Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstika 'Son Çagri' hat lîstin 2022-10-25 23:10:57   AMED -  Di roja 6'an a Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstika  "Son Çagri" hat lîstin.   8'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ya bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê tê lidarxistin di roja 6'emîn de berdewam dike. Di bernameya îro de "Son Çagri" (Banga Dawî) ya bi zimanê tirkî hat lîstin. Şanohezan îro jî eywana şanoyê tije kir û bi coşeke mezin lîstikê temaşe kirin.   "Son Çagri" ji aliyê Cuneyt Yalaz û Ûlûç Esen ve li ber şanoya "Yenî Bîr Hayat Îçîn" hatiye nivîsandin û xcwedî taybetmendiya projeya şanoyeke nû ye. Îlker Yasîn Keskîn di lîstikê de dilîze û di rejiya wê de jî Cuneyt Yalaz û Dûygû Dalyanoglû hene.    "Son Çagri" rewşa aborî û siyasî ya Tirkiyeyê û berevajiyên pergala cîhanê rexne dike.    Di dawîya lîstikê de Şanoya Bajêr a Amedê plaket dan lîstikvanan.    Bernameya sibê ya mîhrîcanê bi vî awayî ye.   * Ghotbedîn Sadeghî - Semînera Giringiya Şano û Şanonameya Kurdî (12.30)    * BGST (Stenbol) - Son Çagri (15.00)    * Mek’an Sahne - Dansoz (20.30)