‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’ 2022-10-23 23:37:20 AMED - Nivîskar Asûman Sûsan di 3’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê de li ser 'Vekirina Şiverêyên Di Rêyên Şaxlêketî De: Li Ser Xwendin, Nivîsîn û Bihîstinê' axivî û pirsa ‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’ kir.     Li Amedê 3’yemîn Rojên Wejeya Berawirdî yên Amedê bi rêveberiya Weşenxaneya Lîs, Navenda Hûnerê ya Amedê û Wejegeha Amedê bi dirûşmeya “Heqîqeta di zimanê xeyalê de” pêk tê li avahiya Wejegeha Amedê ya li semta Diclekent a navçeya Peyasa Amedê di roja 3’yemin de berdewam kir. Di bernameyên îro de nîqaşên, 'Serencama Mirinekê û Miriyê Heram: Danberheveke Dûr-Nêz' e, “Estetîka Berxwedanê” , “Vekirina Şiverêyên Di Rêyên Şaxlêketî De: Xwendin, Nivîsîn û Bihîstinê” hatin kirin.   Almanya doğumlu yazar Peter Weiss’in yazmış olduğu Direnmenin Estetiği kitabı Akademisyen Çağlar Tanyeri ve Turgay Kurultay tarafından tartışmaya açıldı.    Pirtûka Estetîka Berxwedanê ya nivîskarê alman Peter Weiss ji aliyê Wergervan Çağlar Tanyerî û Turgay Kurultay ve ji nîqaşê re hate vekirin.    Turgay Kurultay li ser pirtûkê anî ziman ku ev pirtûka têkçûyinê ye û li ser tekçûyinê fikra utopyayê derdikeve holê. Çağlar Tanyeri jî di pirtûke de çend rûpel xwendin û li ser hûnera pirtûkê sekinî.    ‘EM ÇIQAS DENGÊ YÊN DIN BIBIHÎSIN DIKARIN EW QAS BIJÎN’   Di dawiyê de jî Helbestkar û Nivîskar Asûman Sûsan li ser mijara, 'Vekirina Şiverêyên di Rêyên Şaxlêketî de:  xwendin, nivîsîn û bihîstinê' sekinî. Sûsan nîqaşa, ‘Em çiqas dengê yên din dibihîsin’ vekir û ev tişt gotin: “Em dengê yên din çiqas bibihîsin ew qas em dikarin bijîn. Xwendin ji bo ku mirov bikare yên din fêhm bike rêyekê ji me re vedike. Em çiqas dengê yên din dibihîsin ew qas dijîn. Merîv bikare wisa binêre, carek din ji bo dinê tiştekî hêja ye. Pediviyên ku em bikarin bi hev re bifikirin çi ne?”   Bername bi pirs û bersivan bi dawî bû.