JinMa ji bo Nagihan û Jîna klîbek belav kir 2022-10-21 16:29:52   AMED - Koma JinMa ji bo bîranîna rojnamevan Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin û Jîna Emînî ya li Îranê hat qetilkirin, strana bi navê “Jin jiyan azadî” amade kir û klîba stranê hat belavkirin.    Jîna Emînî ya ku li Îranê ji aliyê hêzên rejîmê ve hat qetilkirin û rojnamevan-akademîsyen Nahgihan Akarsel a ku li bajarê Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê li naverasta kolanê hat qetilkirin bi stranan tên bibîranîn. Piştî qetilkirina Jîna Emînî ku li seranserî dinyayê jinan li dijî rejîma Îranê çalakî li dar xistin û berxwedana ku dest pê kir hê jî didome. Bi xwepêşandanan re dirûşma “Jin jiyan azadî” jî li tevahiya dinyayê belav bû û ev dirûşm ji çalakiyên jinan re bû pêşeng.    Dirûşm her ku li cîhanê belav bû her wiha bû mijara stran û helbestan jî.    Bi du qetilkirina Jîna Emînî re ku li seranserî dinyayê xwepêşandan hebûn di 4’ê cotmehê de jî endama Navenda Akademiya Jineolojiyê û rojnamevan Nagihan Akarsel li Silêmaniyê hat qetilkirin. Jinan li gelek deverên dinyayê vê carê ji bo Jîna û Nagihan bûn dengê dirûşma “Jin jiyan azadî” û dengê vê dirûşmê berztir bû.    Koma JinMa ya Ma Music Centerê ku li Amedê xebatên xwe hunerî bi rê ve dibe ji bo bîranîna Jîna û Nagihan bi navê “Jin jiyan azadî” stranek amade kirin û klîba ku ji wêneyên Nagihan û Jîna û dîmenên xwepêşandanên bo Jînayê pêk tên, çêkir.    Gotinên stranê ku ji aliyê Evîn Tiryakî û Devrîm Demîr ve hatiye nivîsandin wiha ne:   "Em pêşengên şoreşê ne  Her li qada ne  Jin jiyan azadî ye  Rê berxwedan e    Em jinên şoreşger in  Li dijî dagirker in  Xwediyên vîna pola ne Xofa dilê neyara ne    Em Nagîhan û Jîna ne Li hember nezanan e  Raperîna Jinê ne  Îro li her derê ne Em bi soz û peyman in  Xwediyên doza kevnar in  Hêvîya hemû dinê ne  Mizgîniya azadiyê ne”