Bi govend û awazên xwe coş dide her çalakiyê 2022-10-13 09:18:28 ŞIRNEX - Kasim Salgut ê 70'ê salî ku di heman demê de serokê  HDP'ê yê bajarokê Qesirkê ye di her çalakiyên li herêmê de bi govend û awazên xwe coş dide çalakiyan. Herêma Botanê ku êş û berxwedana xwe tê nasîn, bi salane li dijî her êrişê tekoşîneke bêhempa tê dayîn. Kasim Salgut ê 70 salî ku ji gundê Kezerok ê girêdayî bajarokê Qesrîk a Şirnexê ye û di heman demê de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Qesrikê ye. Birayê Salgut, Zahît Salgut ku bavê 3 zarokan bû, di sala 1994'an de dema pezê xwe diçêrand ji hêla leşkeran ve hate qetilkirin. Her çend ku kujerên birayê wî eşkere bin jî, bi tu awayî nehatin cezakirin. Di heman salê de gundê wan hat valakirin û ji nêçariya xwe li bajarokê Qesirkê bi cih bûn. Salgut ku tevî emrê xwe yê 70'ê salî jî li heremê di her çalakî, mitîng û meşên ku tên li dar xistin de bi şel û şepikên xwe û kefiya xwe tev li dibe, bi govend û awazên xwe reng dide çalakiyan.   26 SAL IN BI GOVENDA XWE LI BERXWE DIDE   Salgut, diyar kir ku ew her carê bi coşeke mezin beşdarî her çalakiyê dibe û wiha axivî: "Ji roja HDP hatiye avakirin heta niha ez di rêveberiya wê ya bajarokê de cih digirim. Ez kelecana xwe ji hêza partiyê digirim. Berê me dawetên xwe bi klamên devkî dikirin. Lê piştî ku partiya me ya HDP'ê hate avakirin, min biryar da ku cihê xwe di nav de bigirim. Ez ev 30 sal in di nav partiyê de me. Keyfa min gelek ji govendê re tê. Ji bo ku kelecana me û hêza me mezintir bibe, ez wan klaman dibêjim û govendê digirim. Êriş jî bikin em govenda xwe bernadin. Em ji partiya xwe hez dikin."   'JI BO HEQÊ BIRAYÊ XWE BIPIRSIM LI VIR IM'   Bi domdarî Salgut anî ziman ku wî heta niha gelek tişt bi çavê xwe dîtine û wiha pê de çû: "Ez carekê hatim binçavkirin û 2 şevan di îşkenceyê de mam. Di sala 1994'an de gundê me hat valakirin û şewitandin. Birayê min ciwanek bû û li ber pez bû ji hêla leşkeran ve hate qetilkirin. Kesên ku birayê min qetilkirin aşkere bûn lê nehatin cezakirin. Me newêrî ku em li ser doz vekin. Dewletê bi xwe ji me re got ku kê kuştiye. Tiştê ku me bi çavê xwe dîtîn nayên vegotin. Êşên me pir in. Ez heman demê de ji bo ku heqê birayê xwe jî bipirsim li vir im. "   'GOVENDA XWE JI BO AZADIYÊ DIGIRIM'   Di berdewamê de Salgut bi lêv kir ku her carê bi kelecaneke mezin tev li çalakiyan dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez dema tev li bernameyên partiyê dibim, weke ku 20 salî bim hîs dikim. Ez ji 10 saliya xwe heta niha govendê digerim. Niha jî em tev li dawetên gel jî dibin û  heman govendê digirin lê belê kelecana ku govendên mirov di çalakiyê digire bêtire. Keyfa min gelek jê re tê. Şahiyek li ku be em li vir in. Keyfa min şahiyên partiyê tê. Weke ku kurê me zava ye û em ji wî re dibêjin, ewqasî keyfa me jê re tê. Em klamên xwe û govendên xwe ji bo azadî û aştiyê digirin. Bila ciwan xwedî li partiya xwe derkevin. Ez 70'ê salî me lê ez li vir im. Tiştek ji vê xweştir nine. Baweriya min bi aştî û azadiyê tê û ji ber wê jî li vir im."   MA/ Zeynep Dûrgût