Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan bi dawî bû 2022-10-08 21:23:43   ŞIRNEX - Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan ku ji aliyê Şaredariya Silopiyayê ve hat lidarxistin, bi dawî bû.    Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan a ji aliyê Midûriyeta Çandê û Karên Civakî ya Şaredariya Silopiyayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve di 14'ê Tebaxê de hat lidarxistin, bi dawî bû. Fînala mîhrîcanê li qada Newrozê ya li taxa Yenîşehîrê hat lidarxistin. Hevşaredar Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk tevlî fînalê bûn. Zarokên ku di çarçoveya mîhrîcanê de heta niha li taxên Ofîs, Nûh, Şehît Harûn, Kizir, Başak û Yenîşehîrê hatibûn cem hev, di fînalê de jî li hev kom bûn.    Di fînalê de ku Ma Muzîk jî tevlî bû, ji bo zarokan atolyeyên cur bi cur ên wekî boyaxkirina rû, deng û rîtmê hatin lidarxistin.    Di fînala mîhrîcanê de zarok têra xwe demeke xweş û geş derbas kirin.    Mîhrîcan bi stranên zarokan bi dawî bû.