Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome 2022-09-24 22:51:32   WAN - Di roja duduyan a Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê de lîstika "Serbaz" hat lîstin.   Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê ya 3'yan ku bi dirûşmeya “Ew roj wê hilê, ew bihar wê bê” hat lidarxistin didome. Mîhrîcan li dika ŞanoWanê ya li Navenda Danûstendinê ya Aydin Perîhanê tê lidarxistin. Îro Batman Yenî Sahne bi lîstika "Serbaz" derket ser dikê.    Lîstika "Serbaz" bi eleqeyeke mezin re rû bi rû ma. Ji ber ku hemû bilêtên lîstikê qediyan, kesên bilêt bi dest wan neketin li ser nêrdewanan lîstikê temaşe kirin.    Mîhrîcan sibê dê bi lîstikên “Bir kadın uyanıyor” (Jinek şiyar dibe) û “Pîrîmîs” bidome.