Li MED-DER'ê ji bo nivîskaran roja îmzeyê 2022-09-23 18:39:34   AMED - Li MED-DER'ê nivîskar li ser pirtûkên xwe axivîn û ew ji bo wêjehezan îmze kirin.   Bi tevkariya Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Weşanxaneya J&J'yê li baxçeyê MED-DER'ê ya li semta Gazîler a navçeya Peyas a Amedê, ji bo nivîskaran roja îmzeyê hat lidarxistin. Gelek wêjehez tevlî roja îmzeyê bûn.   Di roja îmzeyê de helbestvan Gulîstan Kanîreş, Zozan Gulan û Azad Zal û nivîskar Mehmet Akdogan û lêkolîner Serwet Ornek ji wêjehezan re li ser pirtûkên xwe axivîn û paşê ew îmze kirin.