Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike 2022-09-23 12:20:32 WAN - 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ku ji aliyê ŞanoWanê ve tê lidarxistin îro dest pê dike.    3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ku ji aliyê koma şanoyê ya ji sala 2017’an ve xebatên xwe dike û beriya niha navê xwe yê “Şanoya Mencel” kir ŞanoWan bi dirûşmeya “Ew roj wê hilê, ew bihar wê bê” tê lidarxistin îro dest pê dike. Starta mîhrîcana ku wê heta 30’ê îlonê berdewam bike, dê bi resepsiyona ku wê li Navenda Dan û Stendinê ya Perîhanê bê dayîn. Dû re wê saet di 19.00’an de pêşengeha Kulîlkên Hişk û saet di 20.00’an de jî lîstika “Jiyan ji te pir hez dikim” were pêşandan.    BANG LI MEVANAN KIR   Di hesabên ŞanoWan ên medyaya dîjîtal de ji mevanên ku tev li mîhrîcanê bibgin re bangek hate kirin. di bangê de hate xwest in ku mevan cil û bergên herêmî li xwe bikin û tev li resepsiyonê bibin.    Di mîhrîcana ku wê 8 rojan bidome de 10 listîk dê bên lîstin. Yek ji lîstikvana ŞanoWanê Perînaz Delazy ragihand ku bilêdên hin lîstikan bi dawî bûne û yên lîstikên din jî ber bi dawî bûnê ve ne.