Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin 2022-09-21 11:00:00   AMED - Galaya kurtefîlma ‘Qet’ hat kirin ku jiyana Ahmet Onder ê ji ber firara ji leşkeriyê belgeya “Bewelat” jê re hatibû dayîn vedibêje.    Ahmet Onder (56) ê ji Amedê di sala 1994’an de ji leşkeriyê firar kir û Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ji hemwelatiya Tirkiyeyê derxist. Onder, bi belgeya “Bêwelat” a Îdareya Koçberiyê ya Amedê jiyana xwe didomîne. Jiyana Onder bû fîlm. Gelaya taybet a kurtefîlmê “Qet” ku derhêneriya wê Fûat Bûlût dike, li Amedê hat kirin. Galaya fîlm li hotêleke li Sûrê hat kirin. Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan, Hevşaredarên Bismilê Orhan Ayaz û Gulşen Ozer ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin û gelek kes beşdarî galayê bûn.    Fîlm, di Mîhrîcana Kurtefîlman a Amedê ya Navneteweyî de ku di navbera 12-15’ê cotmehê de hat lidarxistin bû fînalîst. Di heman demê de di 12’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Berlînê de jî bû fînalîst û dê di navbera 13-19’ê cotmehê de bê pêşandan.