Di pirtûka Selimnâmeyê de peyva ‘Kurdistan’ sansûr kirin 2022-09-14 16:50:50   STENBOL - Di wergêra pirtûka Selîmnâme ya Mûstafa Çelebî de peyva “Kurdistan” hat sansûrkirin û weke “Welatê Rojhilat” hat nivîsandin.    Dîroknas Celâlzade Mûstafa Çelebî ku di serdema Împaratoriya Osmaniyan de dijiya, pirtûka Selîmnâme nivîsandibû û pirtûk di sala 1990’an de hatibû weşandin. Di pirtûkê de beşên ku qala kurdan û Kurdistanê dikin hatin texrîfkirin. Endamên Fakûlteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Erciyesê yên berê Prof. Dr. Ahmet Ugur û Dr. Mûstafa Çuhadar pirtûk bi navê “Celâlzade Mûstafa û Selîm-Nâmeya wî” wegerandibûn. Hat zanîn ku di wergêra pirtûkê de peyva “Kurdistan” hatiye sansûrkirin. Di wergêra pirtûkê de li şûna peyva “Kurdistan”, peyva “Welatê Rojhilat” hatiye bikaranîn.    Pirtûka wergêr a behsa xeberê di demên berê de ji hêla Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) ve weke “Rêze Berhemên Fikrî” hatibû weşandin.