Ji pêşdibistanê heta zanîngehê daxwaza perwerdehiya bi kurdî 2022-09-12 10:34:25   MÊRSÎN - Malbatan ji ber ku zarokên wan nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibînin bertek nîşandan û xwestin û ji pêşdibistanê heta zanîngehê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.    Sala nû ya perwerdehiyê îro li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest pê kir. Di sala nû de jî wê bi milyonan xwendekar nikarin perwerdehiya bi zimanê dayikê bibînin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hefteya vekirina dibistanan de li gelek bajaran bi daxwaza “Li dijî pişaftina perwerdehiya bi zimanê dayikê” starta hin çalakiyan dabû. Di vê çarçoveyê de li Mêrsînê ji bo zimanê dayikê çalakiyek li dar xist. Malbat û perwerdekarên tev li çalakiyê bûn daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê kirin.    ‘DIVÊ EM DI ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ DE ISRAR BIKIN’   Mamosteyê kurdî Selahattîn Çam qala girîngiya zimanê dayikê kir û diyar kir ku dayina dersên kurdî yên bijarte ji bo perwerdehiya zimanê dayikê gavek e. Çam, anî ziman ku divê ji bo dersa bijarte hewl bê dayîn û ev bang kir: “Ji bo ku kurdî ast bi ast bibe zimanê dayikê em bixebitin. Divê em di zimanê perwerdehiyê de israr bikin. Divê li welatên demokratîk her kes zimanê xwe bi awayekî azad bijî. Divê malbat li her qada jiyanê bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Êdî derfet pir zêde ne. Pirtûkên kurdî yên hatine çapkirin û televizyonên kurdî gelek zêde ne. Divê mirov eleqeder bibe û xwedî li vê derkeve.”   Çam, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di mijara kurdî de em xwe bi xwe dipişivînin. Nivîskarên me ji ber kurdî nayê xwendin dest bi nivîsîna tirkî dikin. Malbat bi zarokên xwe yên ji nû dayik dibin re bi tirkî diaxivin. Ewilî em xwedî li zimanê xwe derkevin. Dema zarok bi zimanê xwe yê zikmakî diçin dibistanê, fêrbûna zimanên din wê ji bo wan zûtir be.”   DAXWAZA MALBATAN   Ji malbatan Sakîne Ertaş a 6 zarokên wê diçin dibistanê diyar kir ku ji ber zarokên wan li dibistanê bi tirkî diaxivin zimanê xwe ji bîr dikin û got: “Li dibistanan jî bi kurdî perwerde bê dayîn wê zarokên me zimanê xwe yê dayikê ji bîr nekin. Sibê wê keça min a herî biçûk li pêşdibistanê dest pê bike. Li malê bi kurdî diaxive, li dibistanê jî bi kurdî biaxive wê zimanê xwe ji bîr neke. Divê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn. Zimanê me rûmeta me ye. Divê dersen kurdî belav bibin, divê zarok ji bilî mala xwe jî bi kurdî biaxivin. Divê herkes bi zimanê dayikê bi awayekî wekhev biaxive.”   ‘HETA KU ZIMANÊ KURDÎ NEBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ WÊ WINDA BIBE’   Gulçîn Demîr jî bi lêv kir ku divê perwerdehiya bi zimanê dayikê neyê înkarkirin û wiha got: “Divê dewlet pêşiya kurdî veke ku ziman winda nebe. Heta ku zimanê kurdî nebe zimanê perwerdehiyê wê winda bibe. Li vê derê berpirsyartiyeke mezin dikeve li ser milê dê û bavan. Divê di nava malê de her tim bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Ji xwe li her derê li dijî zimanê me qedexe hene. Em li her derê biaxivin em ê qedexeyan pûç bikin. Ji bo ku kurdî bibe zimanê kurdî divê em her tim bikin rojev. Divê li ser medyaya dîjîtal li her qada civakê xebat bên meşandin. Divê em dest ji mafê xwe bernedin.”