Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan 2022-09-08 23:20:29   AMED - Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika "Dek û Dolabên Scapen"ê derket pêşberî temaşevanên xwe.   Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika xwe ya nû "Dek û Dolabên Scapen"ê derket pêşberî temaşevanên xwe. Lîstika "Dek û Dolabên Scapen" ya ji aliyê Molîere ve hatiye nivîsandin, bi derhêneriya Ozcan Ateş hat lîstin. Di lîstikê de Yavûz Akkûzû, Sena Ozbey, Şabedîn Dag, Kemal Ûlûsoy, Şahperî Alphan, Ozkan Şeker, Nurşen Adiguzel û Sadedîn Înal lîstin.    DEK Û DOLABÊN SCAPEN   Dek û Dolabên Scapen, ji aliyê Molière yê Fransî ve hatiye nivîsandin û promiyera wê di 24'ê Gulana 1671'ê de li Parîsê hatiye kirin. Scapen, pir fêlbaz û fênbaz e û jiyana xwe li ser derew û hîleyan ava kiriye. Gelekî jixwerazî, pozbilind û qure ye û her wiha hîlebaz e û ji aliyê dîplomasiyê ve pir zana ye. Dixwaze alîkariya du kesên evîndar bike û hemû kesên li derdora xwe jî bera hev dide.