Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû 2022-08-31 15:32:49   AMED - Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha îlonê aşkere kir.     Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha îlonê aşkere kir. Di navbera 7 û 23'yê îlonê de lîstika Moliere ya bi navê "Dek û Dolabên Scapen" ku lîstikvan Ozcan Ateş wergerandiye kurdî û "Hinek Henek" a derhêneriya wê Yavûz Akkûzû û Nazmî Karaman dikin, wê bên pêşandan.   Bernameya meha îlonê wiha ye:    * 7-8-9'ê îlonê saet di 20.00'an de: Dek û Dolabên Scapen   * 10-12-15-16'ê îlonê saet di 20.00'an de : Hinek Henek   * 17-18-22-23'yê îlonê saet di 20.00'an de: Dek û Dolabên Scapen