Beşa ewil a klîbên ‘Konserên Tamarayê’ hat weşandin, dê xebat bidome 2022-08-29 13:57:06   WAN - Beşa ewil a klîbên “Konserên Tamarayê” ku Aryen Kom a li Wanê xebatên çand û hunerê dike çêkirî, li ser medyaya dîjîtal hate weşandin. Hate diyarkirin ku wê xebatên klîban bidomin.    "Aryen Kom" komeke mûzîkê ye ku di nav desteya Navenda Çand û Hunerê ya Aryen Hûnerê de hatiye avakirin. Aryen Kom bi çêkirina Konserên Tamarayê veguhestin û bicîanîna mîrateya dîrokî ku wekî rengvedana muzîk, dîrok, çand, ziman û ya herî girîng jî îradeya gelan a ji bo jiyana bi hev re, armanc dike. Beşa ewil a klîbên "Konserên Tamarayê" li ser hesabên medyaya dîjîtal ên Kom Muzîkê hate weşandin. Di beşa ewil a konserê de Dengbêj Mûkaddes û Dengbêj Yûsûf jî bi Aryen Kom re distirên.    Kom bi taybetî  berhemên muzîkal ên Serhat û Behdînanê bêyî ku reseniya wan xera bike, aranje dike û pêşkeşî guhdarvanan dike.