Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne 2022-08-27 09:01:48 STENBOL - NÇM, dê di 28'ê tebaxê de li Şîşliyê ji bo rojnamevanên girtî dê şeva hevgirtinê li dar bixe. Hunermendan ji bo beşdariyê bang kir: "Em dixwazin nîşan bidin ku rojnamevan ne bêxwedî ne."    Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) dê ji bo 16 rojnamevanên ku di 16'ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibûn girtin, konserekê li dar bixe. Hunermendên NÇM'ê ji bo şeva ku dê di 28'ê tebaxê de li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a Şîşlî ya Stenbolê li dar bixe, bang kirin û gotin ew ê nîşan bidin ku rojnamevanên kurd ne bi tenê ne.    ROJNAMEVAN BI AWAYEKÎ BÊHIQÛQÎ HATIN GIRTIN   Hunermenda NÇM'ê Dengbêj Xalîde diyar kir ku dewlet kurdan wekî xetere dibîne û got: “Pergal dixwaze hêz û bandora xwe li ser gel nîşan bide û wan tune bike. Loma jî çi ji destê wê tê dike. Desthilat di gelek qadan de zextê li her kesî dike, di serî de jî çapemeniya azad. Herî dawî li Amedê 16 rojnamevan bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin. Ev nayê qebûlkirin. Divê ev zext bi dawî bibin. Em bi çalakiyên bi vî rengî piştgirî didin hev. Em dixwazin bi vê organîzasyonê piştgiriyê bidin rojnamevanan. Em naxwazin wan bi tenê bihêlin. Em divê şeva piştgiriyê ya ji bi çapemeniya azad li benda gelê xwe ne.”   ‘ÇAPEMENIYA AZAD NE BÊXWEDÎ YE'   Solîstê Koma Çiya Genim bal kişand ser girîngiya hevgirtin û hevkariyê. Genim anî ziman ku çapemeniya azad bi salan e berxwedaneke mezin nîşan dide û wiha got: “Çapemeniya azad nûçeyên rast radigihîne. Ew bi nûçeyên xwe raya giştî agahdar dike û ev pir bi qîmet e. Em dixwazin bi vî karî bibin bêhnek ji bo çapemeniya azad. Lewma ev şeva hevgirtinê pir bi qîmet e. NÇM dixwaze di vê şeva hevgirtinê de piştgiriya gel nîşan bide û bigire. Em dixwazin di vê şevê de îşev gel agahdar bikin û li qadê hevgirtina ji bo çapemeniya azad xurt bikin. Her wiha em dixwazin di vê şevê de zexta desthilatê ya li ser rojnamevanan jî nîşan bidin. Di vê şevê de em dixwazin nîşanî dewletê bidin ku rojnamevan ne bêxwedî ne."   Di dawiya axaftina xwe de Genim bal kişand ser piştgiriyê û ev bang kir: “Em naxwazin gelê me di vê şevê de rojnamevanan bi tenê bihêle. Em dayik, bav, ciwan, zarok û hemû gel vedixwînin vê şevê."   'ÇAPEMENIYA AZAD, ÇAPEMENIYEKE ALTERNATÎF E'   Rêvebira NÇM'ê Hebûn Polat jî bal kişand ser zextên li ser çapemeniya azad û û destnîşan kir ku çendî ev qas dem derbas bûye hê jî derheqê 16 rojnamevanên girtî de îdianame nehatiye amadekirin. Polat got: “Rojnamevan niha bi awayekî derqanûnî tên girtin. Çapemeniya azad rola çapemeniya alternatîf hildigire û bi saya nûçeyên wan xwe digihînin rastiyê.”