Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 40’an derket 2022-08-18 13:39:58   STENBOL - Hejmara kovara Demokratîk Modernîteyê ya 40’an bi mijara xwe ya dosyeya “Piştevanî û Yekitiya Kurewî” derket.    Hejmara kovara fikir û bîrdoziyê ya Demokratîk Modernîteyê ya 40’an derket. Kovara ku ketiye 10 saliya xwe û di 3 mehan carekê tê çapkirin di bin navê dosyeya “Piştevanî û Yekitiya Kurewî” de nivîsên cihereng tê de cih digirin.    Di sernavê “Zanîna Dîrokê Roniya Pêşerojê Ye” de ev nivîsa edîtoriyê cih girt: “Kovara paradîgmayî ya Demokratîk Modernîte 10 sal berê dest bi weşana xwe kir. Kovara me bi giştî bi armanca çareseriyê weşanê dike. Di nava armanc û hedefên me de komên kesên ku dij pergalê tên hiştin, kesên ku rastî zilm, tundî û mêtingeriyê hatine cih digirin. Bi vê munasebetê kovara me dikare wek platformekî ku kesên çareseriya pirsgirêkên dewlet û desthilatê digerin, kesên rastî zilmê tên û kesên ku dixwazin dê çawa xwe ji zilmê biparêzin bê dîtin. Tenê ji platformekî rexne û dahûrandina dike bêhtir weşangeriya ku perspektîfên çareseriyê jî pêşkeş dike, gûherîn û vegûherîna feraset û jiyanî jî pêkan dibîne esas digire.”   Kovar ji bilî pirtûkfiroşan bi rêbaza abonetiyê jî xwe digehîne xwînerên xwe. Ji welat û derveyî welat hûn dikarin ji lînka abonetiyê xwe bigihînin kovarê. (https://demokratikmodernite.org/abonelik/)   Sernav û navê nivîskarên vê hejmara kovarê wiha ne:   * Alî Firat: Dinya û Konfederasyona Netewên Demokratîk   * Firat Aydin: Li Dijî Hegemonyayê Dînamîkên Tekoşînê yên Demokratîk ên Herêmî-Gerdûnî   * Newroz Bozkûrt: Cîhana Mazdek û Huremê ya Wekhevîparêz û Nîvekar   * Hafiz Ahmed Tûrhalli: Pirsgirêka Ummetê ya Xwe Avakirina Bi Nirxên Demokratîk   * Salîh Adam: Di Civakên Beriya Dewletê de Rola Konfederasyonên Eşîretan   * Neşe Ozgen: Ev Der Welatê Kê Ye? Sînorên Serwerî û Xweseriyê   * Recep Maraşli: Fikrên li Ser “Yekîtî” û “Piştevaniyê”   * Enstîtûya Andrea Wolf: Avakirina Zimanê Gerdûnî yê Şoreşgeriya Jinan   * Ergîn Atabey: Tora Yekîtî û Piştevaniyê ya Gerdûnî, Berxwedana li Ser Netewî û Tekoşîn   * Halîl Dogan: Di Avakirina Jiyana Nû De, Naskirina Fermandariya Pereyî   * Cezmî Kartal: Avakirina Malbata Hevpar a Rojhilata Navîn   * Zulfîkar Bûdak: Di Çareseriya Rojhilata Navîn de Rola Kurdistanê   * Mûhammed Înal-Yaşar Cînbaş: Fikirîna Netewê Wêdetirê: Netewa Demokratîk û Ummet   * Beşîr Ekînderen: Cerabeya Netewa Demokratîk a Rojava   * Leyla Zeynep Kuran: Rêxistinkirina Kadroyên Demokratîk   * Cengîz Çîçek: “Ya Zehmet Tê Pêkanîn, Ye Ne Pêkan Dem Dixwaze”   * M. Nûrî Ozdemîr: Li Dijî Krîzên Modernîteyê Siyaseteke Alternatîf: Riya 3’yemîn   * Tûncer Bakirhan: Bi Civaknasiya Azad li Civaka Sivîl Nêrîn   * Metîn Yamalak: Yekbûn, Girbûn, Zindîbûn