Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn 2022-08-11 11:07:16 AMED - Listikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Mehmet Emîn Yalçinkaya, di 4'emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Listikvan, nivîskar, wergervan, derhêner û lîstikvanê Şanoya Bajarê Amedê Mehmet Emîn Yalçinkaya ku 26 salan li ser dikê ked da, di 4’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbat, heskiriyên wî û şanoger tev li bîranîna Yalçinkaya bûn.    DI ŞANOYA KURDÎ DE CIHÊ WÎ TAYBET BÛ   Di bîranînê de lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Kemal Ûlûsoy, Yalçinkiaya bi bîr anî û wiha got: "Çûna wî gelek zû bû. Cihê Emîn di şanoya kurdî de taybet bû. Tim bi kurdî dinivîsand. Me jî soza ku dabû wî bicih anî. Bo me cihê şanaziyê ye ku em di şexsê wî de hêjayî gelê xwe ne."   Beşdaran qurnefîl danîn ser gora Yalçinkaya, dua kirin û bîranîn qediya.