Bernameya Hinek Henek a li dika servekirî bi dawî bû 2022-07-31 22:34:07     AMED - Bernameya Hinek Henek a li dika servekirî ya Zarok Ma'yê bi dawî bû.    Hinek Hinek ku ji ber germa havînê navber dabû skecên xwe, li dika servekirî ya Zarok Ma'yê ya li semta Dîclekent a navçeya Peyas a Amedê 3 rojan bênavber derket pêşberî şanohezan. Bernameya Hinek Henek di roja 3'yan de bi lîstikên "Timarxane, Silêmanê Pêxwas, Mulaqat, Xalê Şêro, Ne Komîk, Îşê Te Pê Çi Ye" bi dawî bû.   Gelek kes bi coş û xiroşeke mezin skêc temaşe kirin.    Di dawiyê de hemû lîstikvan derketin ser dikê û temaşevan silav kirin. Temaşevan  jî bi çepikan kêfxweşiya xwe da der.