Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê: Zîhniyeta qedexeker ev sed sal in didome 2022-07-22 09:37:23 DÊRSIM - Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê bertek nîşanî qedexekirina konseran da û wiha got: “Dêrsim di bin tecrîdê de ye. Em ê li hemberî van qedexeyan her tim têbikoşin. Zîhniheta qedexeker ev sed sal in didome.” Li Dêrsimê her sal li dijî şewitandina gundan, wêrankirina xwezayê û polîtîkayên pişaftinê,  Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê tê lidarxistin. Mîhrîcan îsal dê di navbera 21-24’ê tîrmehê de bi dirûşma “Em li hemberî talangeriya kangeriyê xwezayê, li hemberî talanê jiyanê û li hemberî qedexeyan jî hunerê diparêzin” bihata lidarxistin. Amadekariyên mîhrîcanê êdî xelas bûbûn lê Walîtiya Dêrsimê bi hinceta tadîlatê wê didome, nehişt konser li Stadyûma Ataturkê bên dayîn û konserên Grup Yorum û Grup Îsyan Ateşî jî qedexe kiribû. Komîteya amadekar jî ev qedexeye protesto kir û mîhrîcan betal kir.     Endamên Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê têkildarî mijarê bi ajansa me re axivîn.     ‘WALÎTIYÊ MÎHRÎCAN QEDEXE KIR’   Ji endamên komîteyê Îbrahîm Kasun anî ziman ku ji ber qedexeyên walîtiyê mîhrîcan betal kirine û wiha got: “Walîtiyê cihên konseran û wargehên zanîngehê bi hinceta tadîlatê qedexe kirin. Her wiha nehişt konser bên lidarxistin. Me di dirûşma xwe de jî digot ku li dijî qedexeyan em hunerê diparêzin. Ji bo amadekariyên mîhrîcanê em bi gelê Dêrsimê re şêwirîn û plansaziya xwe wisa amade kir. Me digot ku dê qedeyan nas nekin. Me mîhrîcan betal nekir, walîtiyê qedexe kir. Em ê mêvanên xwe û hunermendan li Dêrsimê bigerînin û bernameya xwe wisa bi dawî bikin.”       ‘HEMAN POLÎTÎKA EV SAD SAL E DIDOME’     Bi domdarî Kasun bi lêv kir ku qedexeyên heyî nîşaneya zîhniyeta yekperest a dewletê ye û wiha domand: “Ev, polîtîkayên komarê ne. Polîtîkayên yekperest û nîjadperest ên dewletê didomin. Kesên muxalîf asteng dikin. Bêguman dê desthilatdariya AKP-MHP’ê rojekê biqedexe. Daxwaza me ew e ku li vî welatî demokrasî serdest be. Heke desthilatdarên nû jî heman polîtîkayan bimeşînin, em ê li dijî wan jî derkevin. Em êdî qedexekirina zimanê dayikê, zozanan û jiyanê qebûl nakin û dê têkoşîna me ya ji bo vê bidome.”     ‘DÊRSIM HATIYE TECRÎDKIRIN’    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dêrsimê û endamê komîteya amadekar Ferhat Yildiz jî diyar kir ku heta niha di mîhrîcanan de tu tiştekî xirab neqewimiye û wiha bertek nîşanî qedexeya walîtiyê da: “Bi qereqol û hêzên leşkerî re Dêrsim dorpêç kirine. Mirov dikare bibêje ku Dêrsim hatiye tecrîdkirin. Ev qedexe jî êdî bûn lûtkeya wê. Ji bo van qedexeyan rakin me çendek caran walî hişyar kir. Lê walîtiyê biryarên keyfî dan û qedexe ranekir. Anku me mîhrîcan betal nekir, walîtiyê bi biryarên xwe yên keyfî qedexe kir.”     ‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BERDEWAM BIKE’    Têkildarî mijarê Serokê Serokê Partiya Kedê (EMEP) yê Dêrsimê û endamê komîteya amadekar Ergîn Tekîn jî bertek nîşanî qedexeyên walîtiyê da û ev tişt anî ziman: “Mîhrîcan û konser li gelek deveran tên qedexekirin. Walîtiyê bi qedexeyên xwe mîhrîcan betal kir. Em vê sepanê qebûl nakin û li dijî zîhniyeta qedexeker in. Dê têkoşîna me ya li dijî desthilatdariya yekperest bidome.”     ‘ME QEBÛL NEKIR KU MÎHRÎCANÊ LI GORÎ DAXWAZA WALÎTIYÊ BIKIN’     Serokê Komeleya Hawirdorê ya Munzurê û endamê komîteya amadekar Ozkan Arslan jî diyar kir ku xwezaya Dêrsimê tê talankirin û ev nirxandin kir: “Ev yek dirûşma mîhrîcanê bû. Walîtiyê nehişt hunermend bikevin bajêr û konser qedexe kirin. Meşa me ya li dijî pişaftin û krîza aborî jî qedexe kirin. Nabe ku em van qedexeyan jinedîtî ve bên û mîhrîcanê bikin. Me jî helwesteke polîtîk pêş xist. Me mîhrîcan betal nekir, walîtiyê qedexe kir. Me got em mîhrîcanê li gorî daxwaza walîtiyê nakin.”    ‘EM Ê BI BAWERÎ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’      Hevserokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Mûsa Kolu jî têkildarî mijarê wiha axivî: “Desthilatdarî ji muxalîfan û kesên ne li gorî daxwaza wan dijîn qebûl nake. Lewma qedexeyan derdixîne. Ji bo dewletê heke kesek tirk û misilman nebe, mafê jiyanê jî tune ye. Zîhniyeta AKP-MHP’ê jî ev e. Ev zîhniyet, zîhniyeta komarê ye. Qedexekirina ziman, stran û çandê sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ji bo parastina ziman, çand û bîra xwe, em ê heta dawiyê li dijî vê zîhniyetê têbikoşin. Qedexekirin dê nekare pêşî li ber berxwedana me bigire. Em ê bi bawerî têkoşîna xwe bidomînin.”      MA / Mahmût Altintaş - Mujdat Can