Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kirin 2022-07-06 10:51:06   STENBOL - Serlêdanên ji bo 29’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad dest pê kirin. Dê xelat di 5 beşan de werin dayîn û encamên wê di 18’ê îlonê de bên aşkerakirin.    Ji bo bîranîna Mûsa Anter û xebatkarên çapemeniya azad ên di dema li ser xabata xwe şehîd bûbûn, her sal xelatên rojnamegeriyê tên dayîn. Îsal jî dê 29’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad bên dayîn. Pêşbirk ji hêla Rojnameya Yenî Yaşamê ve tê amadekirin û serlêdanên ji bo pêşbirkê dest pê kirin. Pêşbirk ji zimanên kurdî û tirkî û ji beşên “Nûçeyên kurdî”, “Nûçeyên tirkî”, “Wêne (wêneyên nûçeyan”, “karîkatûr” û ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz jî “Rojnamegeriya Jin” pêk tê.    Her beşdar dikare tenê di beşekê de û tenê bi berhemekî tev li pêşbirkê bibe. Nirxandina serlêdanên berheman, li gel xebatên ku yekser ji pêşbirkê re hatine şandin, her wiha dê lijneyên bijarker pêşniyarên lijneyên pêşbijartinê jî li ber çavan bigirin. Berhemên hatine şandin dê li xwediyên wan neyên vegerandin û mafê Rojnameya Yenî Yaşamê heye ku biweşîne. Berhemên heyî divê bi rêya PTT an jî kargoyê ji bo navnîşanên li jêr hatine diyarkirin werin şandin. An jî ev berhem divê bi rêya e-posta’yê yan jî raste rast bi dest bên teslîmkirin. Berpirsyartiya berhemên ku bi rêya posta yan jî kargoyê negihiştin binecihiyê jî ya xwediyên wan bi xwe ye.    Serlêdan di 10’ê îlonê de bi dawî dibe.   ŞERTÊN TEVLIBÛNA PÊŞBIRKÊ    Şertên tevlibûna Pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad wiha ne:    “*Her kesê xwedî berhem ku xwedî şertên di şertnameya teknîkî ya Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad de hatine destnîşankirin dikare tev li pêşbirkê bibe.    *Endamên lijneya bijarker (sala ku bûye jûrî) û xebatkarên Yenî Yaşamê nikarin tev li pêşbirkê bibin.    *Divê berhemên ji pêşbirkê re hatine şandin yan di demên berê de nehatibin weşandin an jî piştî 10’ê îlona sala 2021’an hatibin weşandin.    *Beşdar divê bi berhemên xwe yên ku di vê pêşbirkê de yan jî di pêşbirkekek din a bi vê pêşbirkê re hemwext hatiye lidarxistin û xelat, mansiyon an jî pêşandan newergirtî tev li pêşbirkê bibe.    *Heke derkeve holê ku berhema heyî di vê pêşbirkê de yan jî di pêşbirkeke din a bi vê pêşbirkê re hemwext hatiye lidarxistin de xelat, mansiyon an jî pêşandan wergirtiye, dê weke binpêkirina şertnameyê bê hesibandin û xelata wî were betalkirin. Heke xelat wergirtibe jî divê beşdar vê xelatê paşve bişîne. Ev kar û bar ji bo beşdarên din tu mafê daxwazê naçêke.    *Heke beşder li gel ku berhem a wî/wê nîne jî weke berhema xwe nîşan bide û endamên jûriyê bixapîne, dê ev yek weke binpêkirina şertnameyê were hesibandin.   *Divê wêneyên hatine şandin “wêneyên nûçeyan” bin û bi tu awayî pê nehatibe lîstin.    *Hemû beşdarên ku berhemên xwe ji pêşbirkê re şandine, erê dikin ku şert û mercên di şertnameyê de hatine diyarkirin qebûl dikin. Beşderên li dijî van şertan tevdigerin jî dê ji pêşbirkê bên derxistin.    *Heke berhem nehatibe weşandin divê navê berhemê, cih û dema berhem hatiye xêzkirin an jî kişandin were diyarkirin; heke hatibe weşandin jî divê agahiyên dîrokê yên rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV û kopiyeke berhemê di dosyayê de hebe. Beşdar divê kurtejiyana xwe, agahiyên navnîşanê, nivîsa agahdariyê ya derheqê berhemê de û wêneyeke xwe di nava dosyayê de bişîne.”    ENDAMÊN JÛRIYÊ   Jûriya Nûçeyên Tirkî: Tugrul Eryilmaz, Candan Yildiz, Fatîh Polat, Farûk Eren, Îbrahîm Varli û Huseyîn Aykol.    Jûriyên Nûçeyên Kurdî: Leyla Ayaz, Kadrî Esen, Sûna Tunç, Bêrîtan Zagros û Ramazan Olçen.    Jûriyên Rojnamegeriya Jin: Habîbe Eren, Pinar Ural, Bîrcan Degîrmencî, Ceren Sozerî û Elîf Akgul.   Jûriya Wêneyan: Çetîn Altûn, Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Nezahat Dogan û Refîk Tekîn.   Jûriya Karîkatûrê: Îmam Cîcî, Sefer Selvî û Asli Alpar   NAVNÎŞAN   e-posta: yeniyasamgazetesi@gmail.com Telefon: 0 212 252 83 99 Fax: 0 212 252 83 90 Navnîşan: Şehit Muhtar Mahallesi Bekar Sokak No: 7/3 Beyoğlu/İstanbul