Şagirtên Ma Musîcê destûrnameyên xwe wergirtin 2022-06-29 21:14:52   AMED - Şagirtên Ma Musîcê piştî perwerdehiyeke 3 salan destûrnameyên xwe wergirtin.    Ma Musîc Center piştî perwerdehiyeke 3 salan bi merasîmekê destûrnameyên şagirtan da wan. Merasîma destûrnameyê li avahiya Ma Musîc Centerê hat lidarxistin. Şagirtên akademiyê û malbatên wan tev li merasîmê bûn.    Şagirt yeko yeko çûns er dikê û enstrumanên xwe lêxistin û stran gotin.    Piştî stranan şagirtan destûrnameyên xwe wergirtin. Merasîm bi çepikan bi dawî bû.