LaWje li Amedê konserek li dar xist 2022-06-28 09:20:40   AMED - LaWje piştî demek dirêj li Amedê konserek bêhempa li dar xist û ji cihê konserê dengê stran û melodiyên herêma Colemêrgê û klasîkên kurdî olan dan.    Koma LaWje ya ku muzîka Colemêrgê bi formeka nû digihîne guhdaran, piştî demeka dirêj bi organîzasyona Amîdartê li Sehneya Servekirî ya Zarok Ma’yê konserek li dar xist. Gelek welatî hatin guhdarî û temaşekirina konserê. LaWje bi stranên ji albûma xwe ya Selîqe, bi stranên ku ji herêmê berhev kiriye û stranên ku di civaka kurdî da bûne wekî klasik pêşkêşî guhdarên xwe kir.    LaWje bi taybetî stranên ji herêma Colemêrgê û ji projeya “LaWjeyên Evîniyê” gotin û di her stranê de jî kêfxweşiyek derket holê. LaWje bi stran û awazên ji hev xweştir ku performansek hêjayî dîtin û temaşekirinê nîşan da û welatî li ber stranan rabûn govendê.    Solîstê LaWje Alî Tekbaş diyar kir ku ew bêtir stranên ku berhev kirine û ji klasîkên kurdî pêşkêşî guhdarên xwe dikin. Tekbaş da zanîn ku ew strana “Porê Delala Min Sor e” diyarî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku niha li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye dike û xwest di demek nêziktirîn û rojên azad de vê stranê pêk ve bistrên.