Keleha Ayenîsê cihê ku ji ziyaretê re vekin, hepis kirine 2018-03-12 09:17:23 WAN – Kelehya Ayanîsê ji serdema Urartuyan maye, yek ji wan kelehên çanda gelan a herêma Wanê temsîl dike ye û bi hemû bedewiya xwe li ser piyan e. 29 sal e di kelehê de lêkolîn tê kirin, di pişt platformê de hepis kirine. Keleha Ayanîsê li aliyê Rojhilatê Gola Wanê ye û 38 kîlometreyan dikeve bakurê bajêr. Keleh mîmariya herî dawî ya Urartuyan e. Keleha Ayanîsê li ser girekî hatiye çêkirin û Berî Zayînê (BZ) di sala 672'yan de Kral Rusa çêkiriye. Lêkolînên ku berî 29 salan dest pê kirine, hêj neqediya ne.   XWEDÎ NIVÎSÊN HERÎ KEVIN ÊN URARTUYAN E   Ji derveyê kevir û karkeriya kerpîpan, di beşa parastgehê de neqişên ku hatine çêkirin re, parastgeh yek jî parastgehên herî taybet ên cîhanê ye. Tê gotin ku di lêkolînan de platforma bi neqişên mozaîkî ya xwedî dîroka 2 hezar û 700 salî hatiye dîtin. Keleha Ayanîsê xwedî nivîsên herî dirêj a Urartuyan e, di dîwarê pêşiya parastgehê de nivîsa bizmarî ya 86 rêzî heye, nivîsa herî dirêj a Urartuyan e. Nivîs di warê dîrok, civaknasî û olî ya Rusayê 2'yemîn de de agahiyên gelekî girîng dide.   XWEDÎ PLATFORMA DÎROKÎ A 2 HEZAR Û 700 SALÎ YE   Dîroka 2 hezar û 700 salî, di nava platforma cam û profîlî de hatiye hepiskirin û kesî nagirin nava wê. Tenê dihêlin ji derve ve kes li Keleha Ayanîsê mêze bike û li qadeke berfireh hatiye çêkirin. Di kelehê de kevirên mezin ên ku hatine lêkirin balê dikişîne, lê çêkirina dîwarê kevirî pir serkeftî ye.   KELEHA DÎROKÎ JI 3 BEŞAN PÊK TÊ   Keleh ji sê beşên wekî qesir, parastgeh û embara zadê pêk tê, lê beşa herî balkêş beşa parastgehê ye. Beşên ji derveyê parastgehê hatine kolan û derketine holê wekî malan e û di vir de jî kes mane.   KÛPÊN 20 METREYÎ BALÊ DIKIPŞÎNIN   Beşeke din a girîng jî embara zadê ye. Di warê dîtinbarî de wateyeke xwe tune be jî kûpên di serdema Urartuyan de mane, ji bo wê serdemê gelek tiştan didin nîşan. Di lêkolînên ku hatine kirin de tê gotin ku ev kûpana ji 20 metreyî mezintirin.   Gelek kesên ji Tirkiye û bajarên herêmê hatine, dixwazin demek ji ya din zûtir lêkolîn bi dawî bibin. Rayedaran jî da zanîn ku qad gelek fireh e û ji ber wê xebatên lêkolînê dê demek dirêj bajo.   MA / Aydin Yildiz - Mujdat Can