Ji bo konsera Zarok MA’yê eleqeyeke mezin: Bilêt xelas bûn 2022-06-27 10:35:50   AMED - Bi boneya yekemîn salvegera damezirandina Zarok MA’yê dê di 6’ê tîrmehê de ji bo zarokan konserek bê lidarxistin. Hêj ji niha ve bilêtên konserê xelas bûn.    Konservatuara Aram Tîgran ku di bin sîwana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatibû avakirin, di 1’ê mijdara sala 2016’an de ji hêla qeyûm Cumalî Atîlla ve hate girtin. Piştî girtina konservatuarê, hunermendên ji kar hatine derxistin bi dirûşma “Ji bo her kesî muzîk, li her derê muzîk” Akademiya Ma Muzîkê ava kirin. Akademiya MA Muzîkê ku bi dirûşma “Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin” dest bi rêwîtiya xwe ya hunerê kir, di nava 5 salan de gelek xebatên serkeftî kirin. Akademiyê, di pêvajoya 5 salan de Jin MA, Koroya Zarokan, Orkestra MA, Orkestraya Ritmên Xwezayî, Zarok MA û Akademiya Dengbêjan ava kir. Di heman demê de perwerdeya muzîka kurdî dan 4 hezar û 59 zarokan.    Zarok MA ku di bin sîwana Akademiya Ma Muzîkê de hate avakirin û perwerdeyê dide zarokên di navbera emrê 0-5 salî de, salek li pey xwe hişt. Zarok MA dê di 6’ê tîrmehê de bi wesîleya salvegera damezirandina xwe, li navenda xwe ya li Dîclekent a Peyas a Amedê konserekî li dar bixe. Eleqeyeke mezin ji bo konserê heye û hêj 10 roj bo konserê ma ne ku 400 bilêt tevek jî xelas bûn. Zarok MA dê mezûnên xwe yên ewil bide û di konserê de li gel Koma MA’yê, her wiha dê hunermendên ji Herêma Federal a Kurdistanê û ji Mahabat a rojhilatê Kurdistanê jî weke mêvan beşdarî konserê bibin.    Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar têkildarî pêvajoya 5 salan û armancên wan axivî.    PERWERDEYA ÇALAK DAN 350 XWENDEKARAN   Şêrko Kanîwar da zanîn ku di bin sîwana Ma Muzîkê de perwerdeyê didin zarokên temenê wan di navbera 0-5 salî de û wiha got: “Ji ber şewba koronayê me navber da perwerdeyên xwe. Me biryara avakirina Zarok MA’yê da û me dest bi perwerdekirina zarokên di navbera 0-5 salî de kir. Niha 600 zarok hene û em bi awayekî çalak perwerdeyê didin 350 zarokan. Em hefteyê rojekê perwerdeyê didin. Di nava 350 zarokan de yên 5 saliya xwe tije kirin êdî ji Zarok MA’yê mezûn dibin û dê derbasî MA Muzîkê bibin. Li MA Muzîkê jî dê ew bi xwe enstrumanên xwe hilbijêrin û li akademiyên zarokan perwerdeya xwe bidomînin.”    GIRÎNGIYA MUZÎKA KURDÎ   Bi domdarî Kanîwar destnîşan kir ku di serdemeke ku êriş li ser ziman û çanda kurdî heyî de hînkirina çanda kurdî karekî girîng e û wiha pê de çû: “Di nasnameya kurdan de muzîk, xwedî cihekî girîng e. Heke mirov muzîkê ji jiyana kurdan derxîne, dê civak winda bibe. Em xwedî muzîkên gelerî yên sedsalî ne. Dengbêj, çîrok, stran û govend heta roja me hatine û heke ew nebin, em jî tune ne. Heke ez tenê bi kurdî biaxivim lê muzîka min tune be, wê demê ev tê wê wateyê ku can û ruhê min tune ye. Ya ku can û ruh dide civakekê, muzîka wê civakê ye ku rihên xwe ji sedsalan digire. Hewl û xebata me ji bo wê ye ku her kesek di bin sîwana Zarok MA’yê de çanda xwe bijî û bi stranên xwe mezin bibe. Hêjta zarok di 4 saliya xwe de em dest bi perwerdekirina wan dikin. Ji ber ku guh ji hînbûn û guhdarîkirinê re vekirî ye. Dema rewş wiha dibe jî hînkirina huner û çanda me ya ku bingeha xwe ji dîroka me digire, li ser me dibe ferz. Divê zarokên me bi çanda xwe mezin bibin û ne pişêvin.”    TEKANE CIHÊ KU PERWERDEYÊ DIDE ZAROKÊN 0-5 SALÎ   Di berdewamê de Kanîwar anî ziman ku ew xwedî mîsyoneke parastin û xwedîderketina li ziman in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku li Tirkiyeyê ji werzîşê heta govend, stran û gelek tiştên din tu bi kurdî hîn nabî. Li seranserî cîhanê tekane cihê ku perwerdeya muzîka kurdî dide zarokên di navbera 0-5 salî de, em in. Carnan gelek malbat tên û wiha dibêjin; heke li vir hînî muzîkê nebe jî dibe lê belê bila muzîkê bi çand û zimanê xwe hîn bibe. Pêhesandina nirx û girîngiya kurdî û hînkirin, karê me ye.”    MERTALEKÎ LI DIJÎ BIŞAFTINÊ YE   Kanîwar, diyar kir ku helwestên li dijî ziman, muzîk û hunera kurdî tên xweyîkirin û mezin dibin li Tirkiyeyê gelek zêde ne û ev tişt anî ziman: “Her roj em nûçeyên êrişên ser mitîng, konser, dawet û hunermendan dibihîsin. Zarok MA pir hesas û xwedî cihekî girîng e. Tevî vê zext û êrişan jî nêzî 600 malbatan serî li saziya me dan. Dema em têkiliya wan malbatan ên bi xizmên wan re jî dihesibînin, wê demê dikarin bibêjin ku pêwendiya me bi hezar zarokan re çêbû. Tevlibûn û piştgiriya bi Zarok MA’yê re pir zêde ye. Zarokên di navbera 0-5 salî de ku em muzîka gelerî ya kurdî û çanda kurdî hînî wan dikin, li dijî bişaftinê jî dibin mertalek. Xebatên MA Muzîk û Zarok MA’yê ne tenê li ser milên min e, lê li ser milê hemû kurdên welatparêz e. Em ê roj bi roj mezintir bikin û xwedî li çand û nasnameya xwe derkevin.”    SALVEGERAYA EWIL A ZAROK MA’YÊ   Kanîwar, bi domdarî bal kişand ser zextên li ser nasname, huner û çanda kurdî û wiha derbirî: “Em ê bi muzîk û çanda kurdî ji heqê van zext û êrişan derkevin. Ji hêlekî ve em rengê çanda kurdî nîşan didin û li hêla din jî em xebatên xwe dimeşînin. Niha jî em bi wesîleya yekemîn salvegera damezirandina Zarok MA’yê, konserekî li dar dixin. Em amadekariyên çalakiyên cuda dikin. Dê ji bo xwendekarên Zarok MA’yê yên perwerdeya xwe temam kirine, merasîma mezuniyetê bê kirin û destûrnameyên wan bên dayîn. Dê di navbera 2-7’ê tîrmehê de li ser muzîka kurdî ji bo semîner û Keman Viyolayê atolye bên lidarxistin. Hevalên me yên ji Silêmaniyeyê û Mahabadê dê tevî Koma MA’yê beşdar bibin. Ji bo performansa 6’ê tîrmehê dikarim bibêjim em bi dirûşma ‘Di dîroka muzîka kurdî ya bakurê Kurdistanê de rûpeleke nû’ li dar dixin. Em ê konsereke bicoş ku hevalên me yên serkeftî, muzîkeke biqelîte û zarokên Zarok MA’yê tê de heyî li dar bixin.”    BILÊTÊN KONSERÊ XELAS BÛN   Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar axaftina xwe wiha qedand: “Banga min li malbatan ew e ku beşdarî konsera di navbera 2-7’ê tîrmehê de bibin. Bilêtên ji bo konsera 6’ê tîrmehê xelas bûn. Dê me tenê konserek li dar bixista lê belê ji ber ku bilêt pir zû qediyan me biryar da ku konserekî di 7’ê tîrmehê de jî li dar bixin. Amadekariyên ji bo vê konserê jî hêj berdewam in. Me got du konser lê belê em ê li studyoyê klîba 3 stranan çê bikin. Dê klîba klameke bi kurdî, klameke Dengbêj Şakiro û klîba klameke bi zaravayê soranî li wir bikişînin.”