Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist 2022-06-19 08:20:15   AMED - Hunermendê navdar ê kurd Mîkaîl Aslan li piştî salekê konserek bêhempa li dar xist.     Hunermendê kurd ku bêtir bi zaravayê kirmanckî (zazakî) stranan dibêje Mîkaîl Aslan piştî konsera Sêrtê û Êlihê duh bi şev jî li Amedê konserek bêhempa li dar xist. Konser bi beşdariya sedan kes li Sahneya Servekirî ya Zarok Ma’yê pêk hat. Li cem Mîkaîl Aslan, hunermend Cem Erdost û amûrjen derketin ser dikê.    Di konserê de Aslan û ekîba xwe performansek hêjayî temaşekirinê nîşan dan û konser nêzî du saetan berdewam kir. Aslan bêtir bi zaravayê kirmanckî stranên herêma Dêrsimê got û şeva muzîkhezan şên kir.    Aslan welatiyan li ber stranên ji hev xweştir coşand û dengê stranên dimilkî li baxçeyê Zarok Ma’yê olan dan.    Aslan konsera xwe bi strandina strana “Elqajiyê” û “Dîlbera Dêrsimê” bi dawî kir.    Turneya konserên Aslan a Sêrt, Êlih, Amed û Siwêregê bi organizasyona Amîdartê pêk tên.    Aslan û ekîba xwe dê îro êvarê jî li Siwêregê konserekê li dar bixin.