Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin 2022-06-13 12:13:42 ENQERE - Jinên ku bi pêşengeha bi navê "Dema Borî ya Mûş'lû" bi hunera nîgar, wêne û peykeran çanda Mûşê nîşan dan, rolên zayenparêz ên civakî îttîraz dikin.    Li Enqerê, pêşengeha bi navê "Dema Borî ya Mûş'lû" di navbera 3-13'ê hezîranê de li Odeya Pîşesaziyê ya Enqerê hat nîşandan. Pêşengeh ji berhemên nîgar, wêne û peykeran pêk dihat û ji çar aliyên Tirkiyeyê hunermend bi berhemên xwe tev li  pêşengehê bûn. Xala hevpar a berheman vegotin û nîşandana çand û jiyana civakî ya Mûşê bû. Di pêşengeha bi qasî 10 rojan berdewam kir de 30 jê wêne bi giştî 42 berhem hatin nîşandan. Jinan elqeyeke zêde nîşanî pêşengehê da.    Birêvebirên pêşengehê Fîlîz Ozgen Ozdemîr Şîmşek û wênesaz Belma Oz qala pêşengehê kirin.    KEDA 3 SALAN    Şîmşek ku ew bi xwe jî ji Mûşê ye, diyar kir ku di sala 2020'an de fikra ku bi jinan re pêşengeheke bi vî rengî vebikin çêbûye û wiha got: "Me armanc ku ji gelê Enqerê re qala Mûşê bikin. Me bi berhemên xwe xweza, çand û jiyana civakî ya Mûşê vegot. Projeya me encama keda 3 salan e. Piştî Enqerê em ê li bajarên din jî pêşengehê vebikin. Me di pêşengeha xwe de cih da jinê jî. Em dixwazin derkevin derveyî rolên ku ji jine re hatiye diyarkirin. Perspketîfa me ya bingehîn "civak, jiyan û jin" e. Li erdnîgariyê jin tunebe erdnîgarî zindî nabe. Tişta ku qeder û kedera jiyan diyar dike jin e. Civak bi hêza jinê jiyana xwe didomîne. Me hatin cem hev û me xwest hêza jinênnîşan bidin. Lewre em cihakariya li jinan tê kirin qebûl nakin. Ji ber piştgiriya wî me pêşengehê diyarî Endamê Meclisa Şaredariya Mûşê Mehmet Emîn Ozdemîr ê HDP'î kir. "   TÊKOŞÎNA JINÊ BÛYE ÎLHAM   Wênesaz Belma oz jî da zanîn ku ji Mûşê ye lê li Antalyayê dijî û ev tişt anîn ziman: "Weke jinekê ez xwe bi hunerê tînim ziman. Ez ji pergala ku li jinan tê ferzkirin û têkoşîna jinan a di nav vê pergalê de bandor li min kir. Ev ji min re bû îlham. Min di wêneyên xwe li şûna rola ku ji jinan re hatiye diyarkirin dih da îtîraza jinan a vê rolê û têkoşîna ku dide."