Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike 2022-06-01 09:06:05   MÊRSÎN- Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dê sibê dest pê bike. Ji dilxwazên mîhrîcana Alî Denîz Karahan ji bo beşdarbûnê bang kir.    Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî ya 17'an dê sibê li Mêrsînê dest pê bike. Mîhrîcan dê heya 5'ê Hezîranê bidome. Ewilî dê li Hêwana Şanoyê ya Parka Ataturkê dest pê bike. Mîhrîcan ji aliyê Halkevlerî (Malên Gel) a Mêrsînê, Komeleya 68'an a Mêrsînê û Komeleya Çandê ya Haçovayê tê organîzekirin û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê jî di nav de gelek sendîka û komele piştgiriya wê dikin. Dê bi giştî 52 fîlm di mîhrîcanê de bên nîşandan.    Alî Denîz Karahanê ku bi dilxwazî ji bo mîhrîcana dixebite behs amîhrîcanê kir.    NASNAMEYÊN CUDA   Karahan ragihand ku ev çend meh in amadekariyê mîhrîcanê dikin û fîlmên di mîhrîcanê de cih digirin li ser têkoşîna civakî ya Tirkiyeyê û cîhanê ne. Karahan da zanîn ku fîlmên tevli mîhrîcanê bûne yên metrajdirêj û metrajkurt in. Karahan destnîşan kir ku di piraniya fîlman de behs arastiya Tirkiyeyê tê kirin û got: "Têkoşîna li dijî tahdeya li jinê tê kirin, destdirêjî, mesleeya penaberan, kedxwarî hwd. di fîlman de heye. Awayên têkoşînê yên li hemberî krîzên civakî yên bi destê pergalê hatine afirandin hene. Em dikarin bibêjin ku dê mîhrîcaneke pirnasnameyî be."    ‘A TÊ GOTIN ÇÎROKA TE YE'   Karahan behsa çend fîlmên di mîhrîcanê de cih girtine jî kir: "Fîlmekî bi navê Borç (Deyn) heye. Di fîlmê de behsa deynên ku kapîtalîzmê li mirovan bar kiriye û ji ber van deynan derîniya li nav malê û civakê peyda bûye tê kirin. Di fîlmên bi awayê belgefîlman de fîlmek bi navê 'Sicak Yatak' (Nivîna Germ) heye. Ev jî behsa meseleyên penaberan dike. Fîlmên behsa tahdeya li jian tê kirin, behsa kedxwariyê û têkoşîna li hemberî van dikin hene. Di 4 rojên mîhrîcanê de bi giştî dê 52 fîlm bên nîşandan û ji vana 10 jê biyanî ne. Armanca me hem em fîlman bigihînin mirovan hem jî feraseta 'ev çîroka te ye' çêbikin. Ên di fîlman de tên nîşandan rastiyên me ne."    BERXWEDAN Û HUNER    Karahan anî ziman ku armanca film ew e ku bîrekê çêbike û piştevaniya ji bo karkeran bi rêxistin bike û got: "Di mîhrîcana fîlmên karkeran de armanc em hay ji hin tiştan çêbibin û tevbigerin."   Karahan bal kişand ser berxwedanên karkeran ên vê dawiyê jî û got: "Di meha Çile û Sibatê de li 4 aliyên Tirkiyeyê karker daketin meydanan. Di heyameke wisa de ku detshilata siyasî dixwaze he rkesî biçewisîne, karkeran nîşan da ku bi têkoşînê dikarin bi ser bikevin. Ev yek hêzê dide rêxistinbûyîna mîhrîcanê jî. Huner bandorê li têkoşînê dike. Ev mîhrîcan huner û têkoşînê dike yek. Ev mîhrîcan 17 sal in bênavber tê lidarxistin. Armanca wê; li vî welatî çendî tahde, çewisandin û cihêkarî hebe li hemberî vê berxwedan jî heye. Em bang li hemû mêrsîniyan dikin ku xwedî li mîrhîcanê derkevin."