Nivîskar Can: Bi hêviya azadiya gelê kurd min li ber xwe da 2022-05-30 10:06:42 AMED - Nivîskar Firat Can ku di girtîgehê de 3 pirtûkên têgehên “Şîn” û “Hêvî” tê de derbas dibin nivîsandin diyar kir ku hêza ku van pirtûkan binivîse ji têkoşînê girtiye û wiha got: “Cihekî ku hêvî hebe mirov dikare behsa azadiyê bike. Yên ku di hucreyên Şamê de ez li ser linga girt im yek jî hêvî bû. Bi hêviya azadiya gelê kurd min li ber xwe da.” Nivîskarê kurd Firat Can di 1'ê tîrmeha sala 1982'yan de li gundê Şêxika yê Sason a Êlihê ji dayik bû. Di salên destpêkê yên salên 90'î de ji ber zextên dewletê neçar dimînin ku koçî navenda Êlihê bikin. Lê belê zextên dewletê nesekinînin û malbat neçar ma ku koçî Stenbolê bibe. Stenbol, ji bo nivîskar Can dibe cihê lêgerînê çand û zimanê kurdî lê belê tiştên dixwest bike nekarî li vir pêk bîne. Li ser vê yekê jî derbasî derveyî welat dibe û xebatên xwe yên çand û hunerê li derveyî welat didomîne. Di sala 2011’an de li Sûriyeyê tê girtin û rejîma Sûriyeyê jî radestî Tirkiyeyê dike. Nivîskar Can, di sala 2011’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û di 13’ê mijdara 2021'an de hate berdan. Can, di pêvajoya 11 salan de di girtîgehên wek Hatay, Edene, Enqere, Antalya û Denîzliyê de ma. Can ê di dema binçavkirinê û girtîgehê de bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû maye, tevî ku cezayê wî qediya jî ji ber poşmantiya lê hate ferzkirin qebûl nekiribû, berdana wî 6 mehan hatibû taloqkirin û dereng ketibû. Can, bi hêviya azadiya gelê xwe girtina xwe veguherand firsendekê û pirtûkên bi navê “Hep Mavî Kal (Her Tim Şîn Bimîne)” , “Umuda Bir Ülke (Ji bo Hêviyê Welatek)”  û “Mavi ve Umut (Hêvî û Şîn) nivîsand. Can têkildarî girtina xwe, berxwedana xwe ya di girtîgehê de û destpêkirina nivîsandina pirtûkên xwe pirsên me bersivandin.  Beriya ku hûn bikevin di nava têkoşînê de têkiliya we û wêjeyê yan jî nivîsînê çawa bû?   Ji ber ku ez di zarokatiya xwe de tev li tevgera azadiyê bûm, têkoşîna min a ji bo gelê kurd ji zarokatiya min dest pê kir. Lê berî ku ez bi awayekî çalak tev li xebatan bibim, min helbest pir dixwendin. Weke Cegerxwîn. Hinek ceribandinên wêjeyî hebûn ku bala min pir dikişandin. Lê belê nivîsandineke min a aktîf tune bû. Min car caran helbest dinivîsandin. Têkiliyên min ên bi xwendina pirtûkan re pir zû dest pê kirin. Wexta ez 10 salî bûm min pirtûk dixwendin. Elimandineke min a bi vî awayî hebû.    Piştî ku hûn bi awayekî çalak tev li tevgerê bûyîn we qet nivîs nivîsandin an na? (Weke rojnivîsk an bîranîn.)   Dema ez derketîm derveyî welat, min her tim li rojnivîska di nivîsand. Hevalan lênûskek dabûn min û her tim di berîka min de bû. Min bûyerên di nava rojê diqewimîn li wir dinivîsandin. Ji demekê û şûn ve mirov ji bûyerên ku di nava rojê de qewimîne derbas dike. Pir zêde bi peyvan re dileyîze. Ew nivîsên ku tu di nava bûyerên rojane de dinivîsî hêdî hêdî berê xwe didin helbestan. Min hinek helbest nivîsandin. Hinek ceribandinên min çêbûn. Hêdî hêdî çîrokên pir biçûk min nivîsandin. Lê çîrokeke wisa pir mezin nebû. Anku di bernameya min de jî tiştekî wisa tune bû. Gelek rojnivîskên min ji ber şert û mercên giran winda bûn. Yên mayî jî hebûn lê ez nefikirîm ku bikim pirtûk. Nêzî 150 heb helbestên min jî hene. Car caran hevalên ku dixwînin dibêjin em van çap bikin lê hêj min biryara çapkirina wan helbestan nedaye.      Gelek êrişî hestên min jî fikrên min jî kirin. Lê belê xeteke me ya berxwedanê hebû ji Mazlûm Dogan’an, Kemal Pîr’an heya roja me ya îro. Me her tim ev soz da; lazim e ez vê xetê paş ve nekişînim û ala ku ketiye destê me her tim bilind bihêlim.    Pêvajoya girtina xwe û pêkanînên hûn pê re rû bi rû man dikarin vebêjin?   Di destpêka sala 2011’an de li Sûriyeyê rewş hêj aram bû, bûyerên di roja me de dest pê nekiribûn. Dema ez ji Kobanê derbasî Serêkaniyê dibûm, di rê de hatim girtin. Wekî din min ji aliyê çand û ziman ve xebat didan meşandin. Xebatên bi tevahî ji bo azadiya gelê kurd bûn. Ez di rê de hatim girtin. Îstîxbarata girtina min Tirkiyeyê dabû lê dewleta Sûriyeyê li dijî min operasyon kir. Hûn jî dizanin, di navbera dewleta Tirkiyeyê û dewleta Sûriyeyê de Protokola Edeneyê heye. Ev protokol bi dijminatiya gelê kurd tê zanîn. Divê gelê kurd di nava axa Sûriyeyê de, li Rojava tu xebatan nede meşandin. Ji bo astengkirina wan û di heman demê de jî ji bo ku kesên bi awayekî çalak vê xebatê didin meşandin û hemwelatiyê Tirkiyeyê bin, hewceye radestî Tirkiyeyê bikin. Ji ber vê yekê ez hatim girtin. Dema ez hatim girtin nêzî 8 rojan li Hesekê mam. Wê demê rewşeke wisa nebû. Her der di destê rejîmê de bû. Pişt re ez birim Şamê. Li Şamê cihekî bi navê Feyha heye. Cihê ez birimê îşkencexane bû lê di fermiyetê de nayê qebûlkirin. Ev der 50 mîtroyan zêdetir di bin erdê de hatiye çêkirin. Dema mirov ji derve lê dinêre fêm nake ku ev cih îşkencexane ye. Lê belê her dewlet ji bo şoreşgeran û muxalîfên xwe bieciqîne, her tim rêbazên wisa bikartîne. Ez li wir di hucreyekê de mam. Hejmara hucreya min 10 bû.    Di hucreyê de gelek îşkenceyên zêde li min kirin. Serê sibê û êvarê, rojê du saetan îşkence li min dihate kirin. Ji ceyranê bigire heta ava şid û feleqeyê, gelek îşkence li min kirin. Lê dema mirov di hucreyê de bi tena serê xwe dimîne, pir baş fêm dike ku berxwedana li dijî îşkenceyê tenê bi awayekî fîzîkî çênabe. Heke tu fîzîka xwe xurt bigirî, tu nikarî li dijî îşkencekaran li ber xwe bidî. Berxwedana herî mezin ji aliyê hişmendiyê ve ye, divê mirov wan jî xurt bike. Ji ber vê yekê îşkencekarên li dijî min her roj du caran ew îşkence û zext dikirin. Gelek êrişî hestên min jî fikrên min jî kirin. Lê belê xeteke me ya berxwedanê hebû ji Mazlûm Dogan’an, Kemal Pîr’an heya roja me ya îro. Me her tim ev soz da; lazim e ez vê xetê paş ve nekişînim û ala ku ketiye destê me her tim bilind bihêlim. Pişt re fêm kirin ku ez zirarê nadim gelê kurd, nikarin min weke piyonekê bi kar bînin, ez radestî dewleta tirk kirim. Li gorî hevpeymana Edeneyê pêvajoya min a li girtîgehên Tirkiyeyê bi vî awayî dest pê kir.      Diviyabû ev şoreşgerên ji bo gelê kurd bûne stêrk, ji aliyê gel ve hatibûna naskirin.   Di girtîgehê de we kengî dest bi nivîsînê kir? Çi bû wesîleyê nivîsandina we?   Berî ku dewleta Sûriyeyê min radestî Tirkiyeyê bike her tim ev fikir bi min re hêbû. Piştî roja 60’an min got ez êdî nanivîsim. Ji ber gelek mirovên giranbiha ji bo vî gelî canê xwe fedakirine, ji wan gelek kes min jê nas dikirin. Diviyabû ev şoreşgerên ji bo gelê kurd bûne stêrk, ji aliyê gel ve hatibûna naskirin. Niha ez nenivîsim wê kî binivîse. Nakokiyeke wisa bi min re çêbû. Di hucreyên Şamê de sax derketina min jî ne diyar bû. Dibûyaku weke gelek hevalan, min jî li wir jiyana xwe ji dest bida. Bi vî awayî min sozek da xwe û got ‘heke ez bi awayekî ser bilind ji vir derkevim, çi dibe bila bibe ez ê dest bi nivîsê bikim.’ Bi rastî dema ez di bin îşkenceyê de bûm jî li ser wan pirtûkên ku ez binivîsim lêhûrbûneke min çêdibû. Ez di bin feleqeyê de bûm. Dar û xortum li lingên min didan. Dema pêvajoya min a girtîgehên Tirkiyeyê dest pê kir û şûn de derfet jî çêbûn. Piştî birînên min ên fizîkî baş bûn û şûn ve min êdî biryar da ku binivîsim. Min bi hevalan re nîqaş kir, fikrên xwe anîn ziman. Tabî heta niha tiştekî weke çîrokeke dem dirêj an roman min ne nivîsandibû. Di gelek mijaran de jî gelek kêmasiyên min hebûn. Cesareteke bi vî awayî bi min re çêbû, hevalan jî gelek alîkarî dan min pêvajoya min a nivîsandinê dest pê kir û min dest bi pirtûka xwe ya ewil a bi navê “Hep Mavi Kal” kir.       Ne dixwaze di girtîgehê de kurdî pêş bikeve ne jî dixwaze der barê têkoşîna gelê kurd de tiştek were nivîsandin.    Niha bi dehan nivîskarên kurd di zindanan de ne û hem li ser kurdî û hem jî li ser nivîskarên kurd zextek heye. Carna pirtûkên nivîskaran bi hêcetên bêbingeh nadin wan. Sedemê van zext û qedexeyan çi ye?   Em weke têkoşerên gelê kurd ne mirovên ji rêzê ne. Girtina me bi armancekî tê kirin. Mirovên ji bo azadiya gelê xwe têkoşînê didin meşandin, her tim bi girtinê re rû bi rû dimînin. Girtin ji bo wan tiştekî pir awarte nîne. Ev pergal her tim dikare hêcetekê çêbike, van şoreşger an jî muxalîfan bigire. Lê dema yek tê girtin û berê wî didin zindanan, ev pergal dest ji wan bernade. Li wir jî zext her tim didome. Li wir jî gelek heval dixwazin bûyerên ku bûne şahid binivîsin. Çi bi kurdî û çi jî bi tirkî ferq nake lê belê ji bo di rûpelên dîrokê de winda nebe dixwazin binivîsin. Dema mijar dibe nivîsandin, wê demê zext hêj zêdetir dibin. Gelek heval jî dema pirtûkên xwe dinivîsinin, bi zehmetiyên gelek mezin re rû bi rû dimînin. Hûn jî dizanin nivîsandin hinek lêhûrbûn dixwaze, di şert û mercên girtîgehê de lêhûrbûn wisa pir rehet nîne, ji ber ku her tim 30 kes 35-40 kes dibin. Em di qawişên wisa de dijiyan. Li wir zehmet ku mirov cihekî bêdeng peyda bike. Li ser vê esasê gelek heval dema dinivîsin ji wextê xwe yê razanê dibirin û bi şev piştî saet 12.00’an dinivîsin. Mînak min nivîsên xwe bi xwe gelek wan wextan nivîsandin. Mesela dema pirtûka min a bi navê “Umuda Bir Ülke” derket û ji min re hatiye şandin, lijneya girtîgehê, tevî ku biryara komkirinê jî derbarê pirtûka min de nebû, pirtûk nedan min. Madeyekî wan ê wisa heye, her çiqas biryara komkirinê nebe jî ji bo dê zirarê bide ewlekariya girtîgehê pirtûkê nadin te.   Pirtûka min ji min re qedexe kirin. Ev şermeke pir mezin bû, ji girtîgehê û dewleta tirk re. Yê ku ev pirtûk nivîsandî ez bi xwe me lê wê pirtûkê ji min re qedexe dikin. Min gelek îtîraz kirin lê belê îtîrazên min encam negirtin. Heta carekê çûm cem dozger û min jê re got; ‘zarokên we hene?’ got; ‘belê hene.’ Min got; 'wisa bifikirin ku zarokê we çêdibe lê nahêlin hûn zarokê xwe bigirin destê xwe. Hûn ê ji vê re çi bibêjin?' Got; ‘wehşeteke wisa nabe ez ê çawa zarokê xwe negirim destê xwe.’ Min jî got; 'weke nivîskarekî pirtûkên min, zarokên min in. Hûn niha nahêlin ez zarokên xwe bidim destê xwe. Têkiliya nivîskar û pirtûkê weke dayik û zarok e. We niha pirtûka min ji min re qedexe kiriye, derheqê wê de tu komkirinek tune ye.' Biryarên ku bi vî awayî dane esas ew jî dizanin biryareke pir bêhiqûqî ye. Bi vî awayî gelek hevalên din tevî tu biryar tune ne jî pirtûkên wan nadin wan. Di heman demê de dema tiştekî kurdî dibînin, weke ku gayê alaya sor dibîne çawa aciz dibe, pergal jî wisa aciz dibe. Ne dixwaze di girtîgehê de kurdî pêş bikeve û ne jî dixwaze der barê têkoşîna gelê kurd de tiştek were nivîsandin.      Di demekî herî nêz de ji bo xwedîderketina li hem girtiyên nivîskar hem jî ji bo berhemên wan ez ê di nava hewldaneke pir çalak de bim     Gelek nivîskarên kurd ku ji girtîgehê derdikevin xwedî lê nayê derketin. Ji bo van nivîskaran xebateke we ya ku ew bên dîtin heye gelo? An jî ji bo ku hûn bên ba hev û xebateke hevpar bikin hewldaneke we heye?    Niha ji bo ku ez ji bo vî gelê têdikoşim xwe bi şens dibînim. Ev gel me bi hemû kêmasiyan qebûl dike û li dora me dibe xelek. Bêguman dema mirov dikeve girtîgehê bi aweyekî bi hêz dernakeve, her mirov bi hêz dernakeve. Ji bo ku mirov bikare bi hêz derkeve, divê bi hilberînêre di nava têkiliyeke pir mezin de be. Bikaribe xwe nû bike, bikaribe xwe perwerde bike, bikaribe biafirîne, bikaribe xwe biguherîne û veguherîne. Bi vî awayî mirov her tim bixwaze kêmasiyên xwe ji holê rake û pêş bikeve. Wê demê dê bikare tiştekî bidî vê civakê jî. Niha civak ji bo çi li dora me kom dibe? Wisa bawere ku em ê tiştekî bidin wan. Dema ji vê bawer neke, em bêjin tu car li derdora me kom nabe. Dema derketîm gel û çapemeniyê eleqeyeke mezin nîşan da. bi vê gelek serbilind im. Sedema wê jî ev e, hem gel û hem jî çapemenî di kesayeta me de esas têkoşîna xwe dibînin. Esas tiştên ku ew dikin û em dikin ji heman aşî re avê dikişînin. Bi vî awayî her kes dixwaze derdora hevdû kom bibe. Lê hemû heval ewqas bişense nebûn. Di heman demê de ji aliyê nivîsandin û pirtûkan ve jî wisa zêde nehatin dîtin. Divê ev kêmasî bê derbaskirin. Di vî warî de xebatên PEN’a Kurd hene. Heval her tim dixwazin bi vî awayî bi nivîskarên girtî re di nav têkiliyê de bin ji bo berhemên wan bigihije xwîneran. Ji bo ku tiştê nivîsandine bigihijin xwîneran têkoşîneke wan heye. Ji ber ku nû derketime, bi rastî hewldaneke min a berbiçav nîne lê ev her tim di bîra min de ye. Di demekî herî nêz de ji bo xwedîderketina li girtiyên nivîskar û hem jî ji bo berhemên wan, ez ê di nava hewldaneke pir çalak de bim.    Ji ber ku ev 5-6 mehe ez ji girtîgehê derketime, hêj bi awayekî çalak di nava xebatan de nînim. Lê belê li kîjan qadê bim, her tim van hevalan bi bîr tînim. Têkoşîneke pîroz tê meşandin, lazim e cihê ku em layiq in werin wê derê. Di pêşerojê de her tim weke bername di pêşiya min de ye.      Di heman deme de jî rayedarên girtîgehê hertim di ser menzelan de digirtin dema bizanibin tu pirtûk dinivisî dest deynin ser wan   Dema hûn di girtîgehê de ji bo nivîsandina we çi dibû asteng? Girtîgehê li ser nivîskariya we bandoreke çawa kir?    Di girtîgehê de nivîsandin pir zehmet e. Di destpêkê de jî min anî ziman, ji bo hûn binivîsinin cihê hûn lê ne divê guncav be. Lê li girtîgehê gelek heval li erdê radizên, mezel pir zêde qelebalix in. Ji bo ku tu bikarî lê hûr bibî, fikr û hestên xwe binivîsînî, divê cihekî guncav hebe. Lê di girtîgehê de ev nepêkane. Ya din wekî nivîskar divê hûn xwe bigihînin hinek pirtûkan, kovaran, haya we ji geşedanên cîhanê hebe. Di girtîgehan de rêveberiyên wan destûrê didin 3 pirtûkan, 5 kovaran. Ji vê zêdetir nadin we. Di cîhanê de nivîskarekî ji van mehrûm maye heye? Tune ye. Lê dewleta Tirkiyeyê ji bo ku em xwe pêşve nebin, ji bo gelê kurd bi awayekî nivîskî tiştek neyê çêkirin ji me re qedexe dikir. Di heman demê de dema hûn di girtîgehê de ne, derdora we çar dîwar e, lazim e hûn ji hêla fikrî ve van çar dîwaran derbas bikin. Heke hûn nikaribin çar dîwaran derbas bikin, hûn nikarin binivîsin. Bo mînak, cihekî ku we nedîtiye hûn ê çawa binivîsin, hûn li derve bin dibe ku hûn biçin wê derê, çavderiyên we çêbibe, yan jî hûn li kompîturê binêrin, li gorî resmê hûn lê dinêrin hûn hinek teswîran çêbikin. Lê di girtîgehê de ev zêde ne pêkan e. Niha em her tiştê xwe bi destan dinivîsînin. Derfeta hevalên li girtîgehê ya bi nivîsandina ser kompîturê nîne. Mînak, pirtûka min a destpêke 437 rûpel e, ew pirtûk min 5 an jî 6 caran nivisand, hemû jî bi destan nivîsî, heta tiliyên min nasir girtin min nivisî.    Di heman deme de jî rayedarên girtîgehê her tim di ser mezelan de digirtin û dema pê dihesiyan ku tu pirtûk dinivisî, dest deynin ser wan.  Helbestan dibînin, dest deynin ser wan. Rengê wekî kesk sor û zer bibîne dest deynin ser wan. Ji ber vê yekê divê tu cîgirên wan jî binivîsî. Heke rewşeke bi vî awayî derbikeve, tu dê bikarî wan nivîsên xwe biparêzî. Divê tu hişyar bî. Ji ber ku girtîgeh bigire di bin navê  lêkolîne de bigire bibe, demekî pir dirêj têbikoşî wê bêje tiştên ku te nivisîye qedexe ye û wê nivîsên te nede te. Di heman demê de em nivîsên xwe bi rêya girtîgehê nikarin derxînin derve. Komîsyona xwendina nameyan heye, heke tu bi rêya wan bişînî, kurdî be dê di bin navê lêkolînê de bi mehan heta bi salan di destê wan de be û di dawiya dawî de jî dê biryara qedexekirinê bidin. Heke tirkî be jî dê binêrin heke te derheqê azadiya gelê kurd, tekoşîna gelê kurd tiştek nivisî be dîsa wê bê qedexekirin. Lê zehmetiyên nivisîne xilas nabin. Di nav ewqas zor û zehmetiyan de tu wan nivîsan digihînî derve lê mixabin xwedîderketina ku mirov dixwaze nîne. Mixabin niha jî tiştên ku girtiyan nivisîne di depoya weşenxaneyan de sekinî ne. Anku weke agahiyek dizanim niha di weşanxaneyeke me de nêzî şeşsed pirtûkên hatine nivîsandin li benda weşandinê ne. Ez behsa weşanxaneyeke dikim lê niha gelek weşanxaneyên wisa hene. Di destê wan de di bin pênciyan de nivîs tune ne. Ev motîvasyona girtiyan jî dişikîne. Ji ber we jî divê xwedîderketinek çebibe û sazî wekî mayinde bikaribin wekî profesyonel ev tişten ku hatine nivîsandin çap bikin.      Ji bo mirovekî ku ji bo azadiya gelê kurd tekoşîne dide meşandin, divê cih ew qas girîng nebe. Dixwaze li hundir be, dixwaze li derve be, li derveyî welat be an li ser çiyan be, ya girîng tiştên ku em dikin e.    We di girtîgehe de dest bi nivisîndina pirtûkan kir, heta niha jî 3 pirtûkên we hatine çapkirin. Tişta ku ew pirtûk bi we dane nivîsandin çi bûn?   Min bi rêya nivisîne xwest ku di girtîgehe de dîwarên ku ez di nav de me derbas bikim. Ez ji hêza peyvan her tim bawer dikim. Dema ez ketim girtîgehe roja destpêke min ev fehm kir. Ji bo mirovekî ku ji bo azadiya gelê kurd tekoşîne dide meşandin, divê cih ew qas girîng nebe. Dixwaze li hundir be, dixwaze li derve be, li derveyî welat be yan li ser çiyan be, ya girîng tiştên ku em dikin e. Di girtîgehe de jî gelek tişten ku meriv binivîse heye. Di vir de divê mirov hinek bi çalak be. Ji ber wê min jî xwest ew bûyeren ku di serê min de derbasbûne ew bûyerên ku ez bûme şahid û bihîstine binivisînim. Bê guman cihe ku meriv ne dîtiye nivîsandina wê zehmet e. Di hundir de dema hûn behsa bûyereke derve dikin divê hûn ji aliye xeyalî ve xwe pêşbixin ku bikaribin wan dîwaran derbas bikin. Mînak cihek hebû min dixwest binivîsim lê min dikir nedikir nedihat bîra min. Min çend caran nûçe temaşe kirin ku belkî wî cihî bibînim, min li rojnameyê nêrî ku belkî derheqê wî cihî de agahiyek hebe. Paşê min name şand derve, heta name gihişt malbata min mehêk derbas bû, heta bersiv hat mehêk derbas bû. Pişt re der barê wî cihî de wêne hatin. Min li wêneyan nêrî û teswîr kir. Bi vî avayî mirov tiştên pir zehmet dikişîne lê di aliyê hest û vîne de min her tim xwe xurt kir. Dema di girtîgehê de hest û vîna we xurt be, hûn dikarin gelek tiştan jî binivîsînin. Hewce nake ku hûn illeh li derve bin, bibînin û an jî hûn şahidê hin bûyeran bin. Di aliyê fikir û hiş de hûn dikarin wan çar dîwaran derbas bikin û gelek tiştên bi bandor binivîsînin.    Belê niha girtîgeh ji bo çi heye? Ji bo şoreşger werin tepisandin, hêviyên wan têk biçin, girtîgeh qadeke wisa ye ku azadiya fîzîkî ya mirovî qut dike. Hêza ku van pirtûkan binivîsim jî min ji têkoşînê girt. Em têkoşîneke mafdar dikin. Tiştê ku min kiriye yan jî me kiriye ne sûc e. Anku em ji bo çand, ziman û nasnameya gelê kurd têdikoşin. Helbet dema mirov dikeve di nava çar dîwaran de bi nêzîkatiyên reşbînî re rû bi rû dimîne lê belê min sozek dabû wan hevalên ez bi wan re derketim rê, min sozek dabû gelê kurd ku li ku derê bim jî ez ê xwedî li vê soza xwe derkevim. Belkî bişexsî ez di hundir de bûm lê yê ji bo gelê kurd têkoşînê dide meşandin di gelek qadan de ev têkoşîn da meşandin. Ev jî weke hêvî dida min anku bi vî awayî ez li ku derê bim jî min dest ji van hêviyan berneda. Wekî destpêkê jî min anî ziman ji bo min mekan zêde ne girîng e. Dixwaze di hucreyeke Şamê de bim bixwaze di girtîgeheke Tirkiyeyê de bim, dixwaze ez li cihekî cuda bim, hemû xewn û xeyalên min ji bo azadiya vî gelî ye û ji bo ev pêk were jî hêvî heye, yên vê hêviyê didin me jî têkoşerên gelê kurd in.     Nivîsandina min a bi tirkî ne tercîhek bû, ji neçariyê min nivîsand. Nexwe di aliyê ziman de tu pirsgirêkên min tune ne, di demekî pir dirêj e ez di her qadên jiyanê de bi kurdî diaxivim, dinivîsînim û dixwînim.  We her 3 pirtûk jî bi tirkî nivîsandine. Gelo ev tercîhek bû? Çima we bi kurdî pirtûk nenivîsandin?    Rexneyên herî zêde di platforman de li min tên kirin ‘Erê pirtûken we pir heja ne, em diecibînin, rastiya ku her kes nikarê parvê bike we nivisî ye, mirov di pirtûken we de xwe dibine lê belê we çima bi kurdî nenivîsandin?’ Wekî rêxneyêkî ev pêş dikeve. Niha şert û mercên girtîgehên ku ez lê girtî mam her tim pir dijwar bûn. Di hinek girtîgehan de li dijî zimanê kurdî zext pir zedê ne, pir zêde bûn. Me nedikarî name binivisînin, nameyên ku bi kurdî dihatin nedidan me. Rojnameyên weke Azadîya Welat nedidan me, rojnameyên ku piştî Azadiya Welat derketin jî nedidan me. Niha di roja me de jî li dijî zimanê kurdî zextên bi vî awayî hene. Min xwest ku bûyeren ku bi serê min hatine binivîsînim, min sozek bi vî awayî dabû xwe. Lê min rewşa girtîgehe nêrî, girtîgeh li dijî zimanê kurdî pir dijwar e, her tim legerîn çedibûn, tiştên ku min nivisîn, bibînin wê ew nivîs winda bûbûna. Dema tiştên ku hatine nivîsandin winda dibin, edî motivasyona mirov ku cardin binivîse jî zehmet dibe. Ji ber wê, me bi hevalan re nîqaş kir ku em çawa bikin. Me biryara tirkî nivisînê da. Anku nivîsandina min a bi tirkî ne tercîhek bû, min ji neçariyê nivîsand. Nexwe di aliyê ziman de tu pirsgirêkên min tune ne, di demekî pir dirêj e ez di her qadên jiyanê de bi kurdî diaxivim, dinivîsînim û dixwînim. Lê ji ber zextên girtîgehê, min her sê pirtûken xwe jî bi tirkî nivisandin.       Di girtîgehe de min çar pirtûk nivisînandin. Ew pirtûka din jî ku min di girtîgehê de nivîsand jî bi navê ‘Yarim Kalanlar’ e. Ew jî du cîld e. Ji ber ku di girtîgehe de min nivisî ew jî bi tirkî ye.   Gelo niha xebateke ya li ser ser kurdî heye?   Ya rast 3 pirtûken min hatin çapkirin. Lê di girtîgehe de min çar pirtûk nivisînandin. Ew pirtûka din jî ku min di girtîgehê de nivîsand jî bi navê ‘Yarim Kalanlar’ e. Ew jî du cîld e. Ji ber ku di girtîgehe de min nivisî ew jî bi tirkî ye. Niha derbasî kompîtûrê dikin, di demekî nêz de ew jî dê li weşanxaneyan cihe xwe bigire. Lê niha ez li derve me gelek derfet hene ku mirov bi zimanê dayika xwe binivisîne. Hinek plan û bernameyên min yên ku ez kurdî binivîsînim hene. Lê ji ber ku ez nû ji girtîgehê derketim, hêj adaptasyona min a derve çênebûye. Lê bernameyeke min ku ez bikaribim bi zimanê dayika xwe binivîsim heye.    Pirtûka we ya dawî ya bi navê “Hêvî û Şîn” qala xeyalên Ferît û Pinar dike, di oxira van xeyalên wan de di rê de gelek tişt bi serê wan û hevalên wan tê lê tam mirov dibêjê wê bigihin armanca xwe û pirtûk diqede. Gelo weke berdewama vê serpêhatiyê xebateke pirtûkeke din heye? An we xwestiye xwîner vê serpêhatiyê temam bikin?   Wê berdewama pirtûka bi navê Hêvî û Şîn çêbibe. Bi vî awayî xelas nabe. Wê rojên wan ên Qendîlê jî dest pê bikin. Ji ber ku di kesayeta Ferît û Pinar de xewn û xeyalên gelek ciwanan pêk tên. Di demên pêş de ez ê rojên wan ên Qendîlê jî binivîsim.      Cihekî ku azadî hebe mirov dikare behsa hêviyê bike, cihekî ku hêvî hebe mirov dikare behsa azadiyê bike. Ji ber wê yekê dibe ku di pêşeroja me de jî pirtûk an jî nivîsên bi vî navî hin zêdetir bibin.   Di nav hemû pirtûkên we de “Şîn” û “Hêvî” heye. Gelo taybetmendiya van her du peyvan çi ye?   Ev pirs jî her tim ji min tê kirin. Dema ez di girtîgehê de bûm jî gelek xwîneran name ji min re dişandin û ev dipirsiyan. Bi rastî jî ev her du peyv piştî ku pirtûkên min hatin xwendin, ji gelek xwîneran re jî bûn wekî sembolekî. Pirtûka min a destpêkê “Hep Mavi Kal” ya duyemîn “Umuda Bir Ülke” ye. Min şîn weke reng ji pirtûka destpêkê, min hêvî jî ji ya duyemîn girt û navê pirtûkê weke “Hêvî û Şîn” derket holê. Niha dema ez behsa şîn dikim, ez behsa rengekî nakim. Di girtîgehê de jî hinek rengên esasî şîn in. Lê belê ew wateya ku ez li vê peyvê bar dikim, azadî ye. Anku ji bo min heke em azadiyê bi rengekî bikaribin bînin ziman encax em dikarin bi vî rengî bînin ziman. Ji ber ku azadî tiştekî bêdawî ye. Dema mirov tiştekî bêdawî dinêre li asîman dinêre, asîman bêdawî ye û di heman demê de behr şîn e û bê dawî ye. Bi vî awayî wateya ku ez lê dikim azadî ye. Dema ez dibêjim “hep mavî kal” di heman demê de dibêjim her tim azad bimîne anku “hep özgür kal.” Dema ez dibêjim “umut ve mavi”, ez dibêjim hêvî û azadî.    Azadî ji bo gelê kurd pir girîng e. Ji ber ku her tim em ji vê mehrûm bûn. Anku peyvên min ên herî esasî hinek ev e, ji ber gelê kurd ne azad e û bi salan e têkoşîna azadiyê dide meşandin. Gelek bedelên pir giran dide. Di heman demê de hêvî jî wisa ye. Anku mirovekî hêviyên wî tune be, nikare hebûna xwe li ser dinyayê saz bike. Hêvî ji bo her mirovî girîng e. Hêvî biqede mirov bi xwe diqede, hêvî tune be mirov nikare tiştekî bike. Ji ber wê gotineke pir binirx heye ya, ‘hêvî ji serkeftinê binirxtir e.’ Anku li ser vê esasê, cihekî ku azadî hebe mirov dikare behsa hêviyê bike, cihekî ku hêvî hebe mirov dikare behsa azadiyê bike. Ji ber wê yekê dibe ku di pêşeroja me de jî pirtûk an jî nivîsên bi vî navî hin zêdetir bibin. Anku ev her du peyv jî ji bo jiyana min peyvên pir girîng in. Yên ku di hucreyên Şamê de ez li ser linga girt im yek jî hêvî bû. Bi hêviyê min li ber xwe da. Hêviya çi hêviya azadiya gelê kurd. Ji ber wê şîn û hêvî derdikevin pêşiya me.       Gelek bûyerên ku bi serê kurd tên, ji rêzê neyên dîtin. Heke di çapemeniyê de hinek bûyer neyên weşandin, em ji bîr dikin ku ew bûyer hatiye qewimîn. An jî weke nivîsandina pirtûkê nekeve pêşiya me gelek bûyeran ji bîr dikin.   Bi van pirtûkan we xwest çi peyamê bidin civakê?   Wekî civak ne tenê civaka kurd bi giştî em zû ji bîr dikin. Divê her tişt wisa zû neyê jibîrkirin. Gelek bûyerên ku bi serê kurd tên, ji rêzê neyên dîtin. Heke di çapemeniyê de hinek bûyer neyên weşandin, em ji bîr dikin ku ew bûyer hatiye qewimîn. An jî weke nivîsandina pirtûkê nekeve pêşiya me gelek bûyeran ji bîr dikin. Armanca min a herî mezin a bi van pirtûkan ew e ku ji bo vî gelî gelek ciwan bedelên pir giran dan. Divê ev têkoşîna hatiye dayîn di kesayeta wan de, neyê jibîrkirin. Bi vê mebestê min ev pirtûk nivîsand. Mijara din a herî girîng jî ev e, gelek tiştên civakî hene mirov bi wan re rû bi rû dimîne, mirov bikare di civakê de jî hin guhertinan çêbike. Ji bo civakê erka herî mezin nivîskar digirin ser xwe. Hûn jî dizanin pirtûka min a duyemîn ‘Umuda Bir Ülke’ esasên behsa jiyana  jineke ciwan dike. Dema jinek dixwaze ji zarokatiya xwe heta mezintiya xwe li dijî pergalê têbikoşe, bi çi zextan re rû bi rû dimîne wana dinivîsîne. Yên ku dema vê pirtûkê jî dixwîne vêya pir baş fêm dike ku rastî û şaşî çiye. Di heman demê de mebesta nivîsandina min a van pirtûkan jî ev e. Anku di civakê de guherînin zîhnî çêbikin.    MA / Fahrettîn Kiliç – Eylem Akdag