Ji rêxistinên ziman li dijî qedexeyan helwesteke hevpar 2022-05-29 15:26:35   STENBOL - 21 komele û rêxistinên ziman bertek nîşanî qedexekirina şano û konserên kurdî dan û wiha gotin: "Em ê li dijî van qedexeyan li hemû qadên jiyanê zimanê xwe biparêzin."    Tora Ziman û Çandê, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî di nav de 21 rêxistin û komeleyên ziman têkildarî qedexekirina konser û şanoyên kurdî daxuyanî dan. Di daxuyaniya hevpar da hat destnîşankirin ku êrişên li ser kurdî sedsal in bi awayekî sîstematîk didomin û li ser qedexekirina konserên Aynûr Doganê û Metîn Kemal Kahraman û qedexekirina şanoya Şano Mencelê hat sekinandin. Di daxuyaiyê de hat destnîşankirin ku hincetên ji bo betalkirina şano û konserên kurdî hatine destpêkirin hincetin û wiha hat gotin: "Kurd li her derî xwedî li zimanê xwe derdikevin. Ev yek dewletê wan diqilqilîne."    ‘EM Ê BERSIVA QEDEXEYAN BIDIN'    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qedexe û astengî çi dibin bila bibin wê li her derî kurdî bê parastin û wiha hat gotin: "Em ê li dijî van qedexe û êrişan li her derî bi zimanê xwe biaxivin û em ê li her derî bi zimanê xwe bistrên û hunera xwe îcra bikin.  Em ê bi zimanê xwe bersivê bidin. Em ê li hemû qadên jiyanê li dijî van êrişan zimanê xwe biparêzin."   RÊXISTINÊN DAXUYANÎ DANE    Rêxistinên ku îmzeya wan li bin daxuyaniyê ev in: "Tora Ziman û Çanda Kurdî, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê (Komeleya Lêkolînên Kurdî), Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSA, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Birca Belek, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman-AVESTA, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Derbarê (FERAT-DER), Platforma Komeleyên Rojhilat Başûrrojhilatê, Federasyona Komeleyan a Mûşê, Federasyona Komeleyan a Şîrvanê, Federasyona Komeleyan a Wanê,  Federasyona Komeleyan a Îdirê, Federasyona Komeleyan a Êlihê, Federasyona Komeleyan a Qereqoçan a Xarpêt'ê, Platforma Panosiyan a Stenbolê, Kovara Destar û Komeleya Ekolojiyê."