Wêneyên ku zarokan çêkiribû hatin nîşandan 2022-05-28 15:30:08   AMED - Kooperatîfa Ziman, Hûner û Perwerdehiye ya Anka pêşenga wêneyên zarokan li dar xist.    Kooperatîfa Ziman, Hûner û Perwerdehiye ya Anka bi şîyara, “Hunermendên Rojê Wênesazên Pêşerojê” li avahiya Komeleya Goç-Derê ya navçeya Sûrê ya Amedê pêşengeha wêneyen ku zarokan xêz kiribû li dar xist. Malbatên zarokan û mamosteyên zarokan jî di pêşengehiye de amade bûn.   Zarokên ku di bin banê Ankayê de perwerdehiya hunerê dibînin wêneyên ku bi mamosteyên xwe re xez kiribûn di hewşa komeleyê de nîşanî beşdarî dan.    Her wiha zarokan bi kurdî û îngilizî stran gotin. Dê pêşengeh sibê jî bidome.