Rexmî biryara Lijneya Parastinê jî trafo nayê rakirin 2022-05-25 09:18:28   AMED - Trafoya mezin a li ber Hemama Melîk Ahmed Paşa ya dîrokî ya li navçeya Sûriyê, rexmî biryara Lîjneya Parastina Berhemên Çandî yên Amedê jî nayê rakirin.    Li navçeya Sûrê ya Amedê, di sala 2018'an de ji aliyê Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ve trafoyeke mezin li ber yek ji avahiyên dîrokî yên tomarkirî yên Sûrê Hemama Melîk Ahmed Paşa ya dîrokî hat danîn. Xwediyê cihê ku trafo lê hatiye danîn li dijî vê derket û serî li Miduriyeta Lijneya Parastinê ya Berhemên Çandî ya Herêmê ya Amedê da. Lijneya Parastinê, di sala 2019'an de biryara rakirina trafoyê da. Lê rexmî ku di ser vê biryarê re 3 sal derbas bûne jî ev trafo hê nehatiye rakirin. Hewldanên esnafên derdorê ku ji danîna trafoyê aciz in jî bêencam man.    QEYÛM BÛYE ASTENG    Rayedarên Lijneya Parastinê ku em derbarê mijarê de li wan geriyan, piştrast kirin ku biryara wan a rakirina heye. Ji bo rakirina trafoyê agahî neda. Esnafên derdorê jî ragihandin ku qeyûmê berê yê Amedê Cûmalî Atîlla bû asteng ku trafo bê rakirin. Esnafan, got ku qeyûmên piştî Atîlla jî mijarê paşguh kirine.    DÎROKA HEMAMÊ   Hemam, ji aliyê Melek Ahmet Paşa ku navê xwe ji girtiye ve di navbera salên 972-975'an ve hatiye lêkirin. Hemam di nav hemamên ku ji kaniya Hemrewatê avê girtiye de cih digire. Hemam, di sala 2009'an de bi biryareke ku ji aliyê Lîjneya Parastina Berhemên Çandî yên Amedê ve hat tomarkirin. Çavên hemamê niha weke dikan tên bikaranîn. Ji bo parastina ji baranê qubbeya hemamê bi pranda hatiye girtin.    MA / Mujdat Can