'Hema Hema Jin Elizabeth' li Êlihê hat lîstin 2022-05-20 22:32:20     ÊLIH - Lîstika "Hema Hema Jin Elizabeth" a Dario Fo ku li kurdî hatiye wergerandin, li Êlihê hat lîstin.    Şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika "Hema Hema Jin Elizabeth" a Dairo Fo ku li kurdî hatiye wergerandin, li Êlihê derketin pêşberî şanohezarn. Şano li Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajêr hat lîstin. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin. aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê û gelek kes lîstika "Hema Hema Jin Elizabeth" temaşe kirin.   Bi destpêkirina lîstikê re perde hatin vekirin û şanohezan bi eleqeyeke mezin lîstika "Hema Hema Jin Elizabeth" temaşe kirin.   "Hema Hema Jin Elizabeth" ji aliyê nîvîskar Dilawer Zeraq ve hatiye wergerandin û bi derhêneriya Şanoger Berfîn Bayraktar hatiye amadekirin.