Rûxandina li Ben û Senê tomar kirin: Wêne polîtîk e 2022-05-18 09:06:16 AMED - Derhêner Ensar Ozdemîr û wênegir Tamer Pinar ku rûxandina li Ben û Senê tomar kirin, destnîşan kirin ku armanca wan belgekirina zilma li Ben û Senê ye û gotin: "Wêne polîtîk e."     Semta Ben û Senê ya Taxa Şehîtlîk a navçeya navendî Yenîşehîra Amedê di bin navê "veguherandina bajêr" de hat rûxandin. Tê diyarkirin ku dê li dewsa taxê bi destê qeyûm "Baxçeyê Gel" ku projeyeke hilbijartinê ya AKP'ê ye, bê çêkirin.    Ji Komeleya Hunera Wêneyê ya Amedê (DÎFAK) komek wênegir rûxandina li taxê tomar kirin. Aylîn Kizil, Ensar Ozdemîr, Refîk Tekîn, Tamer Pinar û Turkan Kiliç Pinar ku têkildarî rûxandinê xebateke wêneyan û belgefîlmê dan destpêkirin, hewl didin qadeke jiyanê ya tê tunekirin tomar bikin.    Wênegir Tamer Pinar û derhêner Ensar Ozdemîr têkildarî belgefîlma ku çêkirin û di 7'ê Gulanê de li DÎFAK'ê pêşkeş kirin axivîn.    Ensar Ozdemîr diyar kir ku piştî biryara rûxandinê hatiye dayîn li dor pirsa "Em dikarin çi bikin" dest bi nîqaşekê kirine û di dawiya nîqaşê de ev xebat berbiçav bûne. Ozdemîr, diyar kir ku kesên di salên 90'an de gundên wan hatine şewitandin şêniyên taxê bûne û got: "Bi koçberiyeke bi darê zorê re rû bi rû mane û niha cardin bi koçberiyeke bi darê zorê hatin derxistin. A ku berê me da wir jî serpêhatiya koçberiyeke domdar bû. Me bi vî awayî dest pê kir."    KAMPEKE BÊNAV   Ozdemîr wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her wiha gelek sûriyeyî jî li taxê ne. Kesên ji ber şerê li Sûriyeyê koçber bûn, gelek jê ji bêgavî li wir bi cih bûn. A rast Ben û Sen wekî kampeke penaberan a bênav e. Em tim behsa mirovên din dikin, lê rewşa sûriyeyîyan dijwartir e."    Ozdemîr di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku piraniya mirovên li vir ji ber ku hay ji mafên xwe yên qanûnî tune bûne serî li cihekî nedane û di vî warî de barekî mezin dikeve ser milê rêxistinên mafên mirovan û baroyan.    NASNAMEYA BAJARAN TÊ TUNEKIRIN   Ozdemîr, destnîşan kir ku bi vê rûxandinê re tevna bajêr jî hatiye tunekirin û wiha domand: "Ez li gelek bajaran digerim. Ji kevirên peyarêyan bigirin heya lempeyên bajaran her tişt dişibin hev du. Dev ji heman kuçeyê berde gava tu diçî bajarekî din, tu dibê qey tu li heman bajarî yî. Mesele ev e. Ma qey mîmariyeke Amedê tune ye? Em baş dizanin heye. Kevirên bazalt ên Amedê hene. Mîmariyek Mêrdînê heye. Lê niha bajar hemû dişibin hev du. Gava tu dimeşî tu nizanî bê ka li kîjan bajarî yî. Nasnameya bajaran winda bû. Gava hûn ji Sûrê dertên hûn ji bîr dikin bê ka li ku ne. Hûn ji bîr dikin bê ka li kîjan taxê ne. Ji lew re wekî min got ha hûn li Kolana Kizilay a Enqereyê meşiyane ha hûn li Mahabad a Amedê an jî Dîclekentê meşiyane."    Ozdemîr, destnîşan kir ku li Ben û Senê şert û mercên jiyanê yên mirovan xirab bûne, lê ev bi veguherandinê dikaribû bê helkirin û wiha axivît: "Avahiyeke miftîtiyê ya li Ben û Senê hatiye çêkirin hema bibêje qesr e. Bila hesabekî hêsan bê kirin. Bi pereyê li wir du heb Ben û Sen tên avakirin. Li cem wê jî 5-10 mizgeft dikarin bihatana çêkirin."    KIRIN BELGE   Ozdemîr, destnîşan kir ku gava dest bi vê xebatê kirine dizanibûne de hêzeke wan a ku karibin pêşî li ber vê bigirin tune ye û wiha got: "Tişta em dikin hafize ye, belge ye. Ger di pêşerojê de pergala hiqûqê ya tamîrker têkeve dewrê, qet nebe bila bibêjin li vir ev tişt qewimiye. Ger ez li civakeke hîn demokratîktir bûma, ez ê ji bo wêneyan li ser tiştekî din bixebitiyama. Lê ger li cihê tu lê dijî pirsgirêk hebin, mecbûr tu wir dikî belge."    Tamer Pinar jî destnîşan kir ku sedeme ku UNESCO'yê sûrên Amedê daxilî nava Lîsteya Mîrateyên Cîhanê kiriye, jiyana li navçeyê ye û got: "A rast a ku Sûrê dikir sûr, jiyana li wir bû. Ew kuçeyên rengîn bûn. Li Ben û Senê zarok li kuçeyan dilîztin bi rihetî, lê mudaxileyî vê jiyanê jî hat kirin. Ger li taxekê quşxaneyek xwarin bihata çêkirin, ew dihat wateya ku li wê taxê 4-5 cîran jî wê têr bûbûna. Ev piştevaniyek mezin bû. Hem êrişê bibe ser vê çandê û wê ji holê rake, paşê jî bêje li cem me jî çandeke wisa ya taxê hebûç Rewşeke nejidil a heye ji bo paşerojê."    ÊRIŞA LIS ER BÎRÊ   Pinar diyar kir ku pirsgirêka sereke êrişa li ser bîrê ye û wiha pêde çû: "Gava zarokên li wir biçin dê sibê nikaribin bibêjin min li vê dibistanê xwend, min li vê kuçeyê dilîs. Ji lew re li holê bi navê kuçeyê tiştek nemaye. Bîra wan nemaye. Di salên 90'an de jixwe hafizeya wan ji hoê hatiye rakirin. Lê tu ardibî li vira jî cara dudoyan heman tiştî tînîs erê wan."    Pinar, bi lêv kir ku armanca wan bi berhevkirina belgeyan hafizeyekê çêbikin û got: "Li gor min wêne polîtîk e. Huner bi xwe divê polîtîk be. Du salan min kuçe, derî û pace kişandin. Me got bila di dest me de qeyd hebin, envanter hebe. Ev qas zilm û pirsgirêk hene. Armanca me wênegiran jî em vê bikin belge. sibê ger tiştek bibe em ê bibêjin a ji te re va di dest me d eheye. Ez berpirsiyariyê hîs dikim û diêşim. Madem ez wênegirin, nexwe divê ez vê bikim. Gundê min Pirejman di sala 1993'yan de hat vaalkirin. Havînê piştî 5'an nikarim biçimê. Min wêneyên gund hemû girtin. Ger min tiştek nekirana ez ê biêşiyama."    MA / Dîcle Muftuoglû