Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin 2022-05-17 09:03:13   WAN - Bi “Projeya Çîrokê” ku ev demekî dirêje di bin sîwana Ataloyeya Hunerê de xebatên wê tên kirin re çîrokên kurdî bi rêya enstrûmanan tên vegotin.   Atolyeya Hunerê ya Aryen a Wanê ev demekî dirêj bû ku xebata “Projeya Çîrokê” dimeşandin. Atolyeyê, di çarçoveya projeyê de konsera xwe ya ewil da. Di projeyê de çîrokên kurdî bi awayekî enstrûmantal tên vegotin. Di xebatên amadekirina projeyê de 12 kesan cih girt. Derhênerê Hunerê yê projeyê Kemal Yildirim diyar kir ku rexneyên erênî tên kirin û xelk eleqeyeke mezin nîşanî projeya wan didin.    Kemal Yildirim diyar kir ku ev demeke dirêje bi muzîkjenên bajêr re xebatên hevpar dimeşînin û wiha got: “Mebesta me ya ji vê xebatê ew e ku çand û muzîka kurdî di nava gel de belav bikin. Ev nêzî mehek û nîve em tevî hevalên xwe yên muzîkjen amadekariyan dikin. Me konsera xwe ya ewil jî li Wanê da. Eleqeya gel zêde bû lewma em gelek keyfxweş bûn. Li seranserî meha gulanê em bê bi gelê xwe re bin. Bo me tiştekî girîng e ku em stran û çîrokên kurdî bi hunera xwe pêşkeşî gel bikin.”  ELEQEYA GEL ZÊDE YE   Bi domdarî Yildirim da zanîn ku ew çalakiyên xwe li ser daxwaza gel dikin û wiha domand: “Divê xebatên hunerê yên li Kurdistanê zêdetir bên kirin. Zextekî mezin li ser kurdî û hunera kurdan heye. Lewma divê hunermend pêşengtiyê jê re bikin. Divê hunermend bêhtir bixebitin û çanda me baş vebêjin. Eleqeya gel a ji bo huner û çanda me gelek zêde ye. Em dixwazin ku ji vê daxwazê re bibin bersiv. Em ê li dijî zexta tepisandinê ya dewletê jî têbikoşin. Hunermend tên binçavkirin û konserên wan tên betalkirin. Weke hunermendên kurd em van kiryaran şermezar dikin.”    BANGA PIŞTEVANIYÊ   Yildirim herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Divê hemû kes piştgiriyê bide komele û saziyên ku li Kurdistanê ji bo hunerê xebatan dimeşînin. Heke gelê me piştevaniyê bike, dê karên baştir bên kirin. Banga me ji bo gelê me jî ew e ku beşdarî çalakiyên Atalyeya Hunerê bibin.”