Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir 2022-05-14 19:15:16   AMED – Di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de Ma Musîcê bernameya ‘Dîwana Zarokan’ li dar xist. Zarokan bi stran û govendgerandinê Cejna Zimanê Kurdî pirozkirin.   Bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî berdewam dikin. Di çarçoveya çalakiyan de Ma Musicê jî li avahiya xwe ya li navçeya Peyasê ya Amedê ‘Dîwana Zarokan’ li dar xist. Zarokên Ma Musîcê bi malbatên xwe tevli bernameyê bûn. Li cihê bernameyê pankarta li ser ‘Cejna Zimanê Kurdî Pîroz be’ nivîsandî hat daliqandin.    Di destpêkê de ciwanên akademiya Ma Musîcê li ser dikê strirîn. Malbat û zarokên ku tevli çalakiyê bûn bi çepikan hevrêtiya stranan kirin.    Pişt re jî li ser dikê "Dîwana Zarokan" a Ma Musîcê hat danîn. Dîwanê bi stranên xwe beşdar kêfxweş kirin.   Herî dawî jî kesen ku tevli bernameyê bûn li baxçeyê Ma Musîcê bi zarokan re govend gerandin.   Bername bi govendgerandinê bi dawî bû.    Dê sibê saet di 16.00'an de li Amedê li ber NCîty AVM'ê "Meşa Ziman" bê lidarxistin. Meş dê heya Parka Koşûyolûyê bidome.