Saziyên çand û ziman: Werin em ji bo ziman, çand û welatê xwe bibin xelek 2022-05-14 16:21:49 AMED - Saziyên ziman û çandê yên li Amedê di çerçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de daxuyanî dan û bal kişandin ser qedexekirina çanda û zimanê kurdî û êrişen Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê wiha hat gotin: “Em li dijî êrişan û xeta îxanetkar li dora man û nemanê, azadî û rumete bibin xelek.” Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî 15’ê Gulanê bi peşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurî li Amedê didomin. Di çerçoveya çalakiyan de saziyên ziman û çandê bi cil û bergên xwe yê netewî tekildarî qedexekirina cil û bergên kurdî li ber Şanoya Bajar a Amedê ya li navçeyê Peyasa Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniye de xebatkar û rêveberên Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleye û Ma Music amade bûn.   CIL, ZIMAN Û HUNERA KURDÎ QEDEXE DIKIN    Daxuyanî ji hêla endama Şanoya Bajar a Amedê Elvan Koçer ve hat xwendin. Koçer anî ziman ku civakek bi zimanê xwe tê pênasekirin û ji bo neteweyek pêşketina ziman û çande pêşketina jiyane ye. Koçer, bal kişand ser polîtikayên pişaftina li ser zimanê kurdî û wiha got: “Bi salan e ziman û çanda kurdan bi siyaseta sîstematîk, pişaftin û qirkirinê re rûbirû ye. Di roja me ya îro de ev siyaseta sîstematîk gihîştiye asteke ku êdî stranên kurdî tên qedexekirin. Di Newroza îsal de bi awayekî sosret cil û bergên kurdî hatin qedexekirin. Heta cil û bergên kurdî yên li ser zarokan ji wan hatin kirin û ew tazî li holê hiştin.”   ‘KURD BI SALAN E ŞERÊ MAN Û NEMANÊ DIKIN’     Koçer bi lêv kir ku qedexekirina ziman gihîştiye asteke ku êdî neteweya kurd bi tunebuneke re rûbirû bihêle ye û wiha pê dê çû: “Bêguman em ê wek hunermendên kurd li hemberî qedexekirin, pişaftin û qirkirinê xwedî helwest bin. Helbet hebûna mirov di bin xeterê de be mirov nikare ku behsa azadiyê bike. Di rewşeke wiha de divê mirov ji her alî ve şerê man û nemanê bike. Bi salan e kurd li Kurdistanê ji bo hebûna xwe şer dikin.”    ‘YÊN KU BI FAŞÎZMÊ RE HEVKARIYÊ DIKIN NE NÛNERÊN KURDAN IN’    Koçer bal kişand ser şerê Tirkiyeyê li dijî axa Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin û wiha axivî: “Wekî tê zanîn hemû destkêftiyên kurdan di bin êrişan da ne. Ew êriş gihîştiye qesta hebûna gelê kurd. Ji ber van êrişan em jî hezên wan emanê naxwazin û tu carî jî em ê emanê nekin. Lê mixabin ku xayin û hevkarê faşizma li ser gelê kurd wekî her serdem û qonaxa dîrokî ya Kurdistanê û gelê kurd îro jî li ser kar e. Îro ew xet temsiliyeta xwe di rastiya PDK’ê de dibîne. Lewra yên ku bi faşîzma li ser gelê kurd re hevkariyê dikin, rê li ber êrişan vedikin ew ne kurd in, ne jî birayê kurdan in.”    ‘WERIN EM XWE Û WELATÊ XWE AZAD BIKIN’    Koçer di dawiya daxuyaniyê de ji bo xwedî derketina ziman û çandê vê bangê li xelkê kir: “Em xwedî li ziman, çand û hunera xwe ango, xwedî li hebûn, azadî û rûmeta xwe derkevin. Li hemberî wan êrişên qirkirin û xeta îxanetkar em li dora man û nemanê, azadî û rûmetê bibin xelek. Werin em bi hev re di têkoşîna azadî û rûmetê de mil û dest bidin hev, azadiya xwe û azadiya welatê xwe mîsoger bikin.”