Ji bo pîrozbahiyên Roja Cejna Zimanê Kurdî bang: Beşdarî çalakiyan bibin 2022-05-07 09:18:49 AMED - Bi pêşengiya Tora Çand û Zimanê Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî di navbera 8-16 gulanê de dê gelek partiyên siyasî, saziyên çand, ziman û pêkhateyên Torê, Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cihêreng pîroz bikin. Kovara Hawarê di 15'ê gulana 1932'yan de li Şam a Sûriyeyê dest bi weşana xwe kir û heya 15’ê tebaxa 1943’yan 57 hejmar derxistin. Kovar, yekem kovara kurdî ya bi alfabeya latînî hatibû amadekirin bû. Kovarê gelemperî weşana xwe ser mijarên wêje û polîtîkayê amade dikir û lêkolîn, dîrok, çand jî bi awayek berfireh di kovarê de cih digirt. Ji ber vê helwest û rola xwe, rêxistinên kurdan di sala 2006 de roja 15’ê gulanê weke roja Cejna Zimanê Kurdî diyar kirin û ji wê rojê heya îro her sal bi bernameyên cur bi cur cejn tê pîrozkirin. Bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî perwerdekarê MED-DER’ê Nesîp Gultekîn der barê plansaziyên îsal de hinek agahî dan û gel vexwend pîrozbahî û çalakiyan.   ‘JI BO ZIMANÊ FERMÎ Û PERWERDEYÊ’   Perwerdekar Nesîp Gultekîn bal kişand ser rastiya netew-dewletê û destnîşan kir ku ev rastiya wê hemû ziman û çandên din red dike û wiha axivî: “Dema ku zimanê welatiyekî bê redkirin, di wî welatiyî de hestên hemwelatîtiyê xurt nabin. Berevajî vê, nerazîbûn û acizbûnek ava dibe. Lê ziman û çanda wî bê naskirin li wir hemwelatî hêsantir ava dibe.”   ‘MAMOSTETÎ REWŞENBÎRÎ YE’   Gultekîn bertek nîşanî parvekirinên çend mamosteyên dibistanê yên li pêşiya têketina navçeya Qereyazi ya Erziromê da û da zanîn ku mamoste hem pêşengtiya gel dikin û hem jî rewşebîriyê temsîl dikin. Gultekîn bi bîr xist ku ev parvekirin dilê gelek kurdan êşandiye û wiha domand: "Divê ew kes ji xwe şerim bikin û tiştên bi vî rengî nekin. Ev tişt di kurdan de hesta hemwelatîtiyê qels dike û rê li ber nerazîbûn û acizbûnê vedike. Heke rêzê ji bo kurdan bigirin, wê demê kurd dê bi hêsanîtir xwe wek hemwelatî bibînin û ji vê yekê dê kêfxweş jî bibin.”   BANGA ÇALAKIYAN   Bi domdarî Gultekîn anî ziman ku ew wek Tor û Platforma Ziman dê hemû plansazî û çalakiyên xwe di 8’ê gulanê de bi deklarasyonekê bi raya giştî re parve bikin û axaftina xwe wiha qedand: "Ji atolyeyên ziman heta dengbêjî, zargotin, şano, konser û çalakiyên zarokan, me gelek bernameyên cuda amade kirine. Em ji bo ku di nava gel de hestiyariyek çêbibe van çalakiyan dikin. Daxwaza me ew e ku gel beşdarî van çalakiyan bibe."