Ji bo bîranîna Denîz Poyraz pirtûkeke çîrokan 2022-05-07 09:15:15 ÎZMÎR - Girtî Yûnûs Okuyucu ji bo bîranîna Denîz Poyraz ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê di êrişeke çekdarî de hatibû qetilkirin, bi navê "Bîr Denîz Tanidim" pirtûkeke çîrokan çap kir.  Girtî Yûnûs Okuyucu ku di Girtîgeha Alîaga ya Îzmîrê de ye, ji bo bîranîna Denîz Poyrazê ku di 17'ê Hezîrana 2021'ê de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê di êrişeke çekdarî de hatibû qetilkirin, pirtûkeke çîrokan nivîsand. Pirtûka bi navê "Bîr Denîz Tanidim" (Min Denîzek Nas Kir) li Îzmîrê ji Weşanxaneya Kîlê derçû û di 23'yê nîsanê de berpêşî xwendevanan hat kirin. Pirtûk li gelek weşanxaneyan hat belavkirin.    JI 12 ÇÎROKAN PÊK TÊ   Pirtûk ji 119 rûpelan û 12 çîrokan pêk tê. Nivîskar di hin çîrokên xwe de bûyerên ku ew bûye şahidên wan sêwirandiye û hin çîrokên xwe jî li dor berxwedana xwedawendan sêwirandiye.    Di pirtûkê de ev çîrok hene: “Bîr Denîz tanidim”, “Delal”, “Bînlerce kez teşekkur ederîm”, “Ama zekî yoktu”, “Bîr hakîkat oykusu: Gazze’de aşk ozgurluk îster”, “Merhametîn bîtmedîgîne sevîndî”, “Akli halen yagmûrdaydi, kizinda”, “Olen însanliga uzuldum”, “Nîobe’nîn vedasina benziyordu”, “Okuyucuyu hafîfe alma devrîm!”, “Kîm orospu”, “Meryem ve uç damla gozyaşi.”    BÎR DENÎZ TANIDIM   Çîroka ewil a pirtûkê "Bîr Denîz Tanidim" e. Di vê çîrokê de wiha behsa Denîz Poyraz tê kirin: "Min Denîzek nas kir, ne bi destê min e. Dixwazim bibêjim, ji perçeyên xuya dikin heya lêgerîna di kûrahiyê de. Ji lew re ew bi qasî ku serîhildanek bû, ew qasî jî sentezek bû. Ji xeynî axaftina bi zimanê xwe tu dogmayek wê tune bû. Min Denîzek nas kir, Denîzek ku li pişt caxên hesinî her sibeh li nav rûyê min diçirise, birca me ya rojhilatê ku rêya me ronî dike. Gava li welatê xeyalê min her sê şitil dihejiyan, ew çalakiya hemû Denîzan, tavtaviya hemû Denîzan: gava min xwe dikir feda ji bo gelan."    YÛNÛS OKUYUCU KÎ YE?   Di sala 1991'ê de li Farqîn a Amedê ji dayik bû. Malbata wî di sala 1993'yan de ji Farqînê bar kiriye çûye Manîsayê. Okuyucu di 19 saliya xwe de ji ber hin sedemên siyasî hatiye girtin û 22 sal ceza lê hatiye birîn. 6 salan di Girtîgeha Bûca ya Îzmîrê de maye û paşê sirgûnî Girtîgeha Alîaga ya Îzmîrê hatiye kirin. Okuyucu ku 11 sal in girtiye, niha di Girtîgeha Alîaga de ye. Pirtûka wî ya ewil a helbestan "Zannedersîn Tartaros" di sala 20221'ê de çap bûye û pirtûka wî ya dudoyan jî "Bîr Denîz Tanidim" e.    MA / Delal Akyuz