Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê 2022-04-30 09:41:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendên kurd ku li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê hatin gelhev, meseya krîzê ava kirin. Hunermendan, bang li PDK'ê kirin ku j rewşa xwe ya niha vegere û biryar dan ku êrişan bi çalakiyan şermezar bikin.  Tirkiyeyê, di 17'ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) êrişeke mezin da destpêkirin. Ev êriş hem ji hewayî ve hem jî ji bejahiyê ve dimeşe. Bertekên li dijî vê êrişê û rola PDK'ê ya di vê êrişê de jî berdewam dikin. unermendên kurd ên Endamê Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê ku li dijî êrişê hatin gelhev. Hunermendan, dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser herêmê û rola PDK'ê ya di vê dagirkeriyê de nirxandin. Di encama nirxandinên xwe de hunermendan meseya krîzê ava kir û biryara lidarxistina çalakiyan dan.    Li gorî vê;   Di hemû çalakiyan de wê pêşengiya çalakiyan bê kirin,   Ji bo sazkirina têkilî û peyweniyê bi hunermendên biyanî re komîsyonek xweser hate damezrandin,   Li hemû welatên ku Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê lê heye wê xwepêşandan bên lidarxistin,   Wê bi hin rêxistinên sivîl, hunermendên biyanî û saziyên çapemeniyê yên biyanî re têkilî bê danîn û dosya bên şandin,   Çalakiyên kolanan ên ku sekna hunerî nîşan didin wê bêne plankirin û pêkanîn,   Hat diyarkirin ku wê di rojên pêş de bernameya çalakiyan a tevgerê were eşkerekirin,   Hunermend Xelîl Xemgîn ev peyam da: “Dem dema azadiyê ye. Weke hunermendên civaka kurd di nava vî şerê man û nemanê de ne em bi gelê xwe re ne. Em ê di 30'ê nîsanê de li Dusseldorfê bi gelê xwe re bin. Li dijî dagirkeriyê, em li ku bin, ji bo yekitiya gelê xwe, em li kuderê dibin bila bibin em dibêjin, bijî berxwedana gerîla.”