Helbestvan Emîralî Yagan rehmet kir 2022-04-09 13:45:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Helbestvan û nivîskar Emîralî Yagan rehmet kir. Tê payîn ku cenazeyê Yagan li bajarê wî Dêrsimê bê veşartin.    Helbestvan û nivîskar Emîralî Yagan rehmet kir. Yagan, ev demek bû ku nexweş bû û dihat dermankirin. Tê payîn ku cenazeyê Yagan li bajarê wî Dêrsimê bê veşartin.    Yagan, di sala 1958’an de li Dêrsimê ji dayik bû û ji Enstîtûya Perwerdeyê ya Enqereyê û Beşa Wêjeyê ya Zanîngeha Parîs 8’ê mezûn bû. Di dema darbeya sala 1980’an de hate girtin. Helbesta xwe ya yekemîn a bi navê Şîniya Ûrmiyeyê (Urmiye Mavisi) jî li girtîgeha Mamakê nivîsand û di sala 1989’an de weke pirtûk çap kir.   Tevî gelek pirtûkên helbestan, Yagan her wiha di belgefîlma “Qelema Sure” (2009) ku Komkujiya Dêrsimê vedigot û belgefîlma ku berdewamiya vê belgefîlmê ya bi navê “Vagona Reş” (2011) de jî nivîskariya metnê kir û di weşanên vedor de edîtorî kir.