‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev 2022-04-08 10:11:26   AMED - Koma Şanoyê ya bi navê ‘Kumpanya Med’ bi şêwaza "Komediya Absûrd" armanc dike ku klasîkên berê û yên nûjen bigihînin hev.    Koma şanoyê ya bi navê Kumpanya Med di sala 2021'an de li Amedê hat avakirin. Kom, piştî promiyera xwe ya lîstika bi navê ‘Tayo, Datdat û Oncekî Bazi Hayatlari’ cara duyemîn di 13'ê Adarê de li Şanoya Bajêr a Amedê derket pêşberî şanohezan. Kom, ji parêzer, endazyar û mamosteyan pêk tê û dixwaze bi rêbaza "Komediya Absurd" klasîkên cîhanê bi dîrok, felsefe, siyaset û wêjeyê bihûnîne û pêşkeşî şanohezan bike.    Listikvanê komê Sedat Benek, derbarê avakirin û xebatên wan ên şanoyê de axivî. Benek, diyar kir ku beriya 10 salan dema hêj li zanîngehê bûne projeya wan a avakirina komeke şanoyê hebûye û wiha got: "Weke atmosferî me li zanîngehê dest bi şanoyê kir. Piştre jî me li Baroya Amedê lîstik amade kirin û derketine ser dikê. Me yê zûtir koma xwe ava bikira lê ji ber pandemiyê dereng man. Piştî qedexeyên pandemiyê me di Îlona 2021’an de dest bi avakirina kom û lîstikan kir. Koma me ji 4 zilam û 2 jinan pêk tê. Ji koma me du jê parêzer du jê endezyar in, yek jê dermanfiroş û yek jî jê mamosteya nîgarê ye."   KOMEDIYA ABSURD   Komediya Absurd (Nelihev) piştî Şerê Cîhanê yê 2’yemîn ji aliyê Samuel Beckett hatibû ceribandin ket rojeva şanoyê. Bi boneya ku şano ji xwe re ji her qadekê de guherînekî nû bibîne, bi rê rêbazê ev şêwaze girt û hema bêje li gelek welatan li ser komên gelek şanoyan bandora xwe da avakirin. Nivîskar û Derhênerê lîstika ‘Tayo, Datdat û Oncekî Bazi Hayatlari’ Bawer Karahanci, diyar kir ku ew ji şêwaza Beckett bi bandor bûne û listika xwe de siyaset, dîrok, felsefe û wêjeyê bi awayek nûjen bi kar tînin. Karahanci, şopînerên listikê û vegerên li wan tên kirin wiha nirxand: "Temaşevanan ji vê rêbazê gelek hez kirin û zû adepte bûn. Ji xwe şano ji bo ragihandinê alava ku herî xurt e. Lîstikvan temaşevan di lîstikê de wek hest û ramanî digihijin hev û hev temam dikin. Ev lîstîka me ya yekemîn e lê nîşandana me ya duyemîn e. Temaşevanan em tenê nehiştin."           BANGA ŞANOGERÎ Û PIŞTGIRIYÊ    Karahanci, diyar kir ku ew jî demekê wek şagirt li Şanoya Amedê de perwerde dîtiye û wîha got: "Her kesê ku dixwaze dikare bi awayekî hêsan xwe perwerde bike û derbikeve ser dikê. Di serî de hinek xwendin û eger li bajêr atolyek hebe hinek perwerde stendin bes e. Pişt re ji van perwerdeyan sûd girtinê her kes dikare bibe şanoger. Divê neyê ji bîr kirin ku li şanoyan heke temaşevan hebin dê li ser piyan bimînin. Hem ji bo ku em bibin temaşevanekî şanoyê yê baş û him jî bibin alîkar divê em lîstikên ku derdikevin ser dikê bişopînin û piştgîriyê bidinê."           PIŞTGIRIYA ŞANOYA BAJER A AMEDE   Teknîker û nivîskar Umut Yilmazer jî diyar kir ku heya niha dora 20 nivîs ji Hinek Henekê re nivîsandiye û gelekî wan hatine lîstin. Yilmazer, destnîşan kir ku ew bi Şanoya Bajêr a Amedê re di nav têkiliyê de ne, gelek alîkarî ji wan girtine û herwiha her du caran jî lîstikên xwe li ser dika Şanoya Amedê lîstine. Yilmazer, ser armanc û karên xwe wiha axivî: "Armanca me klasîkên berê û yên nûjen bigihînin hev û hemû lîstikên xwe li ser vê rêbazê amade bikin. Em dixwazin wek turne meha Gulan û Hezîranê biçin Êlîh û Wanê jî."