Pirtûka 'Nexweşiyên Sereke' ya Dr. Erdal Sîpan derket 2022-03-30 09:29:34   AMED - Pirtûka Dr. Erdal Sîpan a duyemîn bi navê "Nexweşiyên Sereke" derket. Di pirtûkê de danasîna nexweşiyên sereke û xweparastina ji wan heye.   Erdal Sîpan bijîjk e û di warê tendûristiyê de li ser girîngiya zimanê kurdî radiweste. Berê pirtûka "Alîkariya Destpêkê" nivîsî bû û niha jî pirtûka wî ya duyemîn "Nexweşiyên Sereke" ji Weşanxaneya Sîtav derket.   Pirtûka "Nexweşiyên Sereke" li ser danasîna hinek nexweşiyên ku di nava gel de pir zêde tên dîtin, hatiye amadekirin. Di pirtûkê de ev nexweşî bi alîkariya wêneyan hatine pênasekirin, sedemên wan û xwejêparastin bi awayekî zelal hatine vehunandin. Armanca sereke naskirina nexweşiyan û xwejêparastin e.    Dr. Erdal Sîpan dibêje ku ew hêvî û daxwaz dike ev pirtûk di nava gel de hişyariyekê derxîne holê û bibe sedema pêşîlêgirtina hin nexweşî û nebaşiyan.