Mihrîcana Fîlmên Kurd di roja 4'an de berdewam dike 2022-03-27 16:37:23   STENBOL - Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê ku eleqeyeke mezin ji bo wê heye di roja 4'an de berdewam dike.    Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê ku ji aliyê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û Kolektîfa Sînemayê ve tê lidarxistin, di roja 4'an de berdewam dike. Ji bo mihrîcana ku li eywanên Sînemaya Cîmemajestîkê berdewam dike eleqeyeke zêde heye. Di mihrîcana ku heta 29'ê adarê bidome de îro fîlmê "Room 217" hat nîşandan. Di tevahiya mihrîcanê de filmên "Suçlular, Gola Cinan, Evin Di Ruye Qırkirine De, Walnut Tree, Şiwenpence, Alf leila Wa leila, Pathway, Avoice From Far Away, Sidik’u Panter, Evin Di Ruye Qırkirine De” hatine nîşandan.