Şanoger Ûlûsoy: Xwedîderketina şanoyê ji berê xurtir e 2022-03-27 10:16:00   AMED – Şanoger Kemal Ûlûsoy, diyar kir ku rexmî astengiyên ku ji wan re hatine derxistin jî xwe gihandine gel û ev tişt got: "Di bêderfetbûnê de jî me tekiliya xwe û gel qut nekir. Bi piştgiriya gel me cihek ava kir. Niha em dibînin ku xwedîderketina gel li gorî berê hestiyartir, germtir û xurtir e.    Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî ku di sala 1948’an de hatiye avakirin, di sala 1961’an de bi biryarekê 27’ê Adarê weke “Roja Şanoyê ya Cîhanê” îlan kir. Ev roj li gelek welatan bi çalakî û şahiyên cuda tê pîrozkirin. Di vê rojê de ji aliyê şanogeran ve bernameyên cuda tên lidarxistin û rewşa şanoyê tê axaftin. Bi wesîleya rojê me jî xwest balê bikişînin ser şanoya kurdî ku ji ber zext û tundiyên li ser gelê kurd rol û misyona wê zêdetir girîng dibe. Şanoya kurdî ji roja hatiye avakirin ve rexmî hemû astengiyan li dijî xwe jî li ber xwe dide û bi pêş dikeve.       GIRÎNGIYA ZIMAN A JI BO HUNERÊ    Bi wesîleya rojê lîstikvanê Şanoya Bajarê Amedê Kemal Kemal Ûlûsoy ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û li ser rewşa şanoya kurdî rawestiya. Di destpêka axaftina xwe de Ûlûsoy, girîngiya ziman a di hunerê de destnîşan kir û derbarê şanoya kurdî de ev tişt anî ziman: "Pirsgireka herî mezin ew e ku meriv bi hunera xwe bi zimanê xwe neke.  Ji aliyê ziman ve huner li ser civakê bandorek çedike û ereniyekê jî bi xwe re tînê. Ji ber wê jî bi şanoya kurdî, girse zêdekirin û avakirina heşmendiya ziman bi serê xwe siyaset e."   'BÊ TEMAŞEVAN ŞANO BÊ ŞANO JÎ TEMAŞEVAN NABE'   Ûlûsoy, bal kişand ser bandora neyînî ya qeyûman a ser şanoya kurdî û wiha got: "Qeyûm çiqas civakê eleqedar bike ewqas jî me eleqedar dike. Ji ber ku hin şanoyên me di bin banê şaredarîyê de pêk dihatin, di hêla fermiyetê de ev gîrîng bû. Em xwedî cih û şanoya xwe bûn. Di pêvajoya tayînkirina qeyûman de dest danîn ser eywanên me û em ji karê xwe hatin avêtin. Şano ji destê me hat girtin. Ji bo şanoyê bi qasî lîstîkvanî û aktoran pêdivî bi cih û temaşevanan jî heye. Bê temaşevan şano bê şano jî temaşevan nabe. Ji ber wê jî derfetên herî mezin ji destê me hatin girtin."   'XWEDÎ DERKETINA LI ŞANOYÊ XURT DIBE'   Di berdewama axaftina xwe de Ûlûsoy, destnîşan kir ku di bin astengî û bêderfetbûnê de jî xwe gihandine gel û wiha direjî da axaftina xwe: "Me bi ked û derfeta xwe li Amedê cihekî şanoyê ava kir. Bi vî avayî me xwe dîsa gihand gel. Di bêderfetbûnê de jî me tekiliya xwe û gel qut nekir. Bi keda hevalan û piştgiriya gel me cihek ava kir. Niha em dibînin ku xwedîderketina gel li gorî berê hestiyartir, germtir û xurtir e. Berê cihê şanoyê mezin bû derfet jî pir bûn, lê niha cihê me biçûk e derfeten me jî kêm in. Lê dîsa jî gel bêhtir li şanoyê  xwedî derdikeve û her diçe temaşevan zêde dibin. Di bin bêderfetbûnê de ne gel bê şano ne jî em bê temaşevan man."   'TEKILIYA CIVAK Û ŞANOYE ZÊDE DIBE'   Ûlûsoy, diyar kir ku dema ku nû dest bi şanoyê kirine temaşevanên wan kêm bûne lê bi tekiliya civakê re hejmara temaşevanên wan zêde bûne û ev tişt anî ziman: “Dema me nû des bi şanoyê kir şano jî temaşevanên me jî nû bûn. Temaşevanên me jî tûnebûn. Bi şanoyê re tekilî çebû. Çawa şano pêşket temaşevanên me jî bi şanoyê re bi pêş ketin. Mijarên ku dûrî civakê û civakê tekildarnakê helbet em nagirin dest. Lê mijarên ku em digirin dest jî gorî fehmkirina civakê zimanê lîstikê sivik dikin. Em niha şanoyên verger jî dikin dema em verger dikin fehmkirina gel jî didin berçavan û li gorî asta gel zimanê wê jî sivik dikin. Ji ber wê jî her diçe tekiliya gel û şanoyê zede dibe.”    'ŞANO  JI BO HERKESÎ PEVÎST E'   Ji bo cihê şanoyê jî Ûlûsoy, anî ziman ku şano ne tenê di eywanan de li her derê tê kirin û derbarê mijarê de ev tişt got: "Şano tene li eywanê nabe, gerek em biçin navçeyan biçin gundan, biçin torneyan, lîstikên biçûk galerî bilîzin. Gel nehat jî gerek em biçin cem gel. Ji bo wê jî gerek derfetên şonogêr jî zêde bin. Temaşekirina Şanoyê ji bo her gelî pêdivî ye. Ji ber wê jî em bang li gelê xwe dikin ku werin şanoyê. Yê ku nikarin werin jî bila li ser platformên cuda tekîldarî şanoyê tiştekî bixwînin, temaşe bikin."