Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê dest pê dike 2022-03-24 14:57:44   STENBOL - Mîhrîcana Filmên Kurd a Stenbolê îro bi pêşandana filmê “Kurdên Êzidî” dest pê dike.    Duyemîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê îro dest pê dike. Mîhrîcan dê heta 29’ê adarê bidome û mîhrîcan dê li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemîl Candaş a Şîşliyê dest pê bike. Mîhrîcan, îro saet di 19.00’an de bi pêşandana fîlmê “Kurdên Êzidî” yê Amasî Martirosyan ku di 1933’yan de kişandibû dest pê dike. Piştî pêşandana fîlm jî dê Koma Aryen derkeve ser dikê û piştre jî dê kokteyl bê dayîn.    Mîhrîcan, ji hêla Kolektîfa Sînemayê ya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) ve tê organîzekirin û fîlmên kurdan ên ji ber sansûr û qedexeyên heyî yên li Tirkiyeyê hatine çêkirin dê pêşkeşî temaşevanan bên kirin. Di mîhrîcanê de derhêner û temaşevan bên ba hev û her wiha dê forum bên lidarxistin.