'Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen' li bersivên rola civaknasiyê digere 2022-03-24 12:51:05   AMED - Pirtûka Sertacê Karêzî ya bi navê "Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen", li pirsa "civaknasî heta niha çima ji pirsgirêkên civakî yên bingehîn re nebûye bersiv?" digere.   Pirtûka Sertacê Karêzî ya bi navê "Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen", ji Weşanxaneya Aramê derket. "Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen", pirtûkeke lêkolînî ye û li ser pirsa "civaknasî heta niha çima ji pirsgirêkên civakî yên bingehîn re nebûye bersiv?" hatiye amadekirin. Nivîskar Sertacê Karêzî ku li ser vê mijarê lêhûrbûye, dibêje ku ligel evqas derfetên zanîn û agahiyê û pêşketina zanist û teknolojiyê, diviyabû pirsgirêkên weke şer, zilmkarî, mêtîngerî, nîjadî, desthilatî, zayendperestî û bi van ve girêdayî birçîtî û xizantiyê re çareyên mayinde bihatana dîtin. Lê mixabin her ku çûye ev pirsgirêk girantir bûne:   “Di berhemên gelek civaknas, ramanger û feylezofên nûjen de tişta herî zêde ku tê dîtin, qutbûna ji civakê ye. Mirov dibê qey ji asîmanan ve li civakê dinêrin û dinirxînin. Terxên wan ên analîz, lêkolîn û nirxandinan weke ku ew kirdeyekî (subje) ji derveyê civakê ne û civak jî heybereke (obje) li derveyî wan e. Wisa weke ku hebûnên li dorê hev bin şikil girtiye. Mirov dibêje qey ne endamekî civakê ne, haja wan ji rewşa civakê nîne. Vê civakê qet nas nakin. Ji cîhaneke din hatine û hewl didin ku bi analîz û ezmûnan wê civakê fêm bikin… Ev nêzîkatî ji xeletiyê wêdetir sekn û hişmendiyek e ku hatiye rûniştin. Lewma ew rastî zû bi zû bi niyetên baş û bi hewildanên ferdî derbas nabe…”   Sertacê Karêzî, ku ji parêznameyan sûd wergirtiye, pênasekirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "peywira esasî ya civaknasiyê, divê pênasekirina jiyanê be" weke bingeh dibîne û destnîşan dike ku armanca civaknasiyê pêşxistina vebijêrkên azadiyê ye. Ji bilî azadkirina jiyana civakê, divê civaknasî civakê ber bi jiyaneke rast, qenc û bedew ve bibe.   “Nakokî û pevçûna di navbera civak û hêzên desthilatdar de ewqas zelal û aşkera ye ku mirov bi rehetî dikare vê wekî dijberiyek esasî ya dîrokî bihesibîne. Ev pevçûna dîrokî ya çanda civakî û pergala desthilatdarî li ber çavan e. Tişta ku tê xuyakirin, ji dema ku desthilatdarî derketiye holê û heya niha ew pevçûn, têkoşîn û dijberî her hebûye. Ocalan wê têkoşîna dualî ya dîrokî dîtiye û ji aliyekî re ‘Şaristaniya Demokratîk’ ji aliyê din re jî ‘Şaristaniya Dewletdar’ gotiye. Ango dîrok bi têkoşîna di navbera çîna bindest û ya serdest de zêdetir, bi têkoşîna di navbera nirxên civakî û pergala çîndar a ku li ser nirxên civakî mêtîngeriyê dike de pêş ketiye. Têkoşîna çînan tenê di nav pergalê de hin guherîn çêkirine, an jî bûye sedem ku desthilatdarî timî dest biguherîne…”    Ji bo paqijkirina hemû qirêjiyan û dermankirina nexweşiyên pênc hezar salan a desthilatiya baviksalariyê pêwistî bi civaknaseyeke azad ya alternatîf heye. Sertacê Karêzî jî bi pirtûka lêkolînî ya bi navê "Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen", hewl dide deriyekî ji vê yekê re veke.   SERTACÊ KARÊZÎ KÎ YE?   Sertacê Karêzî di 1976’an de li gundê Çorsêna Tetwanê ya Bedlîsê ji dayîk bû. Di ciwaniya xwe de tevli refên PKK'ê dibe. Di 2007’an de tê girtin û cezayê muebeta giran lê tê birîn. Niha li Girtîgeha Bûcaya Îzmîrê ya Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê dimîne.