Li Rihayê lîstika 'Ji Akademiyê Re Raporek' 2022-02-25 22:12:49   RIHA - Çalakiyên ji bo 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê yên Baroya Rihayê bi şanoya "Ji Akademiyê Re Raporek" bi dawî bûn.    Komîsyona Zimanê Zikmakî ya Baroya Rihayê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bernameyek çalakiyan çêkiribû. Bernameya baroyê bi şanoya "Ji Akademiyê Re Raporek" bi dawî bû. Şano li Hêwana Konferansê ya Tahir Elçî ya BAroya Rihayê ji aliyê Şa Performansê ve hat lîstin.    DIYARÎ ÎPEK ATEŞ Û EMÎNE ŞENYAŞARÊ HAT KIRIN   Di dawiya lîstikê de şanoger Tûncay Ozel, 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz kir û lîstik diyarî Îpek Ateş a hefteya borî jiyana xwe ji dest da û Emîne Şenyaşar a 354 roj in li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê didomîne kir.   Bername bi dayîna plaketê bi dawî bû.