Komeleya Lêkolînên Kurdî kargehên kurmancî û zazakî dide destpêkirin 2022-02-24 12:12:58 STENBOL - Komeleya Lêkolînên Kurdî ragihand ku kargehên wan a dê bi zaravayên kurmancî û zazakî perwerdehiyê bide, dest pê dike.  Komeleya Lêkolînên Kurdî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal diyar kir ku kargeha bi zaravayên kurmancî û kurmanckî (zazakî) yên kurdî perwerdehiya online û rûbirû dide destpêkirin. Komeleyê da zanîn ku dê perwerdehiya wan di 7’ê adarê de dest pê bike û heta 12 hefteyan (heta 3 mehan) dewam bikin. Komeleyê li ser hesabê xwe lînka qeydkirinê jî belav kir û ji xwendekaran xwest qeydên xwe çêbikin. Kontenjana her poleke rûbirû dê ji 15 kesan pêk were.    Bi her du zaravayan jî wê ji asta yekem heta asta çarem ders werin dayîn.    Komeleyê di parvekirina xwe de destpêkirina kargehê ango perwerdehiyê wek mizgînî ragihand û wiha hat gotin: "Dersên me yên kurdî (kurmancî - kirmanckî) dest pê dikin. Hûn dikarin bi rêya lînka li jêr qeyda xwe çêkin."   Lînka ji bo qeydan wiha ye: