Ji bo şanoya 'Tu Ne Gara yî' bang kirin 2022-02-23 09:00:49 STENBOL - Koma şanoyê ya GSKM'ê dê di 26'ê Sibatê de bi lîstîka Azîz Nesîn a bi navê "Tu Ne Gara yî" derkeve pêşberî şanohezan. Şanogeran ji bo temaşekirina lîstikê bang li şanohezan kirin.  Navenda Çand û Hûnerê ya Golgeyê (GKSM) dê bi lîstika bi navê "Sen Gara Degîlsîn" (Tu Ne Gara yî) a Azîz Nesîn ku wergêrî kurdî hatiye kirin, derkeve pêşberî şanohezan. Lîstik dê di 26'ê Sibatê de li avahiya GKSM'ê ya li Esenyûrt a Stenbolê bê lîstin.    Şanohezan kelecana xwe ya ji bo lîstikê anîn ziman û ji bo temaşekirinê bang li şanohezan kirin.    MIJARA LÎSTIKÊ   Lîstika bi navê "Tu ne Gara yî" ya Azîz Nesîn, hin sifetên lehengî û îronî di xwe de dihewîne û van sifetan li desthilatên sedsala bîstan bar dike. Di rastiyê de haya Gara ji şer, aliyê siyasî û civakî tune ye û di vî warî de ne serwext e. Ew bi gotegotan wekî lehengekî tê ragihandin û li cihê lê ji dayik bûye, li Yuntaburê peykerê wî tê çêkirin. Sîyasetmedarên wê demê jî lehengiya Gara ya bêbinyad bi kar tînin û dibin rêveber. Lê belê Gara ji keştiya şer ku noqî avê dibe, difilite û diçe welatê xwe Yuntaburê û li wir çav bi peykerê xwe dikeve. Rantxuriya desthildarên ku xwe spartiye lehengiya Gara, dema Gara bi saxî xelas dibe û vedigere bajarê xwe Yuntaburê, aşkere dibe. Desthilatdarên ku bi vê qehremaniya Gara ya bêbingeh bûn desthilatdar, ji bo gel rastiyê fêm neke, nasnameyeke din didin ber Gara. Lê Gara vê yekê qebûl nake û dibe qurbanê desthilatdariyê. Bi Gara re “rastî” jî tê kuştin.   PÊŞVEBIRINA ZIMÊN   Ji lîstikvanên GKSM’ê  Kaddafî Unal ku di lîstika “Tu Ne Gara yî” de rola ‘Sasî’ dilîze, qala listikê kir. Unal got: “Bi qasî salekê ye ku me xebatên vê lîstikê yên wekî wergêr û dramatolojiyê dane destpêkirin. Zimanê me li malê, derve û di stranan de tê gotin, me jî got, çima em bi zimanê xwe lîstikekê çênekin? Û me bi vê fikrê da ser vê rêyê. Zimanê kurdî zimanê me ye, çawa ku em bi zimanê xwe kilamab guhdar dikin û di jiyana rojane de pê diaxivin, divê em bi vî zimanî şanoyê jî bikin."    BANGAWAZÎ   Unal, diyar kir ku ji bo xwestekekê dane ser vê rêyê û ev jî ew e ku hemû xebatên xwe bi zimanê xwe bikin. Unal got: “Em dixwazin di hemû qadên jiyanê, xebatên çand û hunerî de, di hemû sazî û dezgehan de xebatên xwe bi zimanê xwe bikin. Em dixwazin her kes bi zimanê xwe biaxive. Em doza xwestekek ew qas giran nakin. Yanî ne xwestekek ku pêk neyê. Divê gelê me bi zimanê xwe biaxive û pêş ve bibe. Ev ji bo her tiştî bes e."    Unal, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû şanohezan kir ku lîstika wan temaşe bikin û got: “Em ji bo temaşekirina lîstikê gazî hemû gelê xwe dikin. Lîstika me di 26'ê Sibatê de ye û em dixwazin hemû gelê me bê temaşe bike."    Derhenera lîstika "Tu Ne Gara yî" Rewşan Apaydinê jî got: “Em gava li hemû qadên hunerê rastî kurdî tên em kêfxweş dibin. Ger di warê pêşketina kurdî de tevkariyek me jî çêbibe, em ê bi vê serbilind bin. Li hemberî polîtîkayên qirkirin û tunekirinê yên li ser kurdî gava mirov di hemû qadên hunerê de leqayî kurdî tê ev ji bo me dibe cihê kêfxweşiyê. Em hêvî dikin ku di hemû qadên hunerê de ev pêşketin zêde bibe, ji lew re pêdiviya her qadê bi vî zimanî heye."    Derhenêr Apaydin bilêv kir ku ji bo 26'ê Sibatê bi kelecan û kêfxweşî derbas bibe dest bi amadekariyên xwe kirine û got: “Em li avahiya Teatra Sî, li benda temaşevanên xwe ne. Her wiha em ê li dever û dikên cuda jî derkevin pêşberî gelê xwe. Em dixwazin hemû gelê me bê lîstika me temaşe bike.”   Lîstikvan Hasan Yavûz jî destnîşan kir ku ji bo wan cihê şanazî û kêfxweşiyê ye ji ber ku dê bi lîstikeke bi zimanê xwe yê zikmakî derkevin pêşberî şanohezan û got: “Em bi lîstikeke bi zimanê dayika xwe dilîzin. Ev ji bo min pir hêja ye. Armanca me ew e ku em di aliyê ziman de xwe pêş we bibin û xwe bi hêz bikin. Em gelekî bi kelecan in ji ber ku em ê bi bi lîstikeke bi zimanê xwe derkevin pêşberî temaşevanan. Em bawer dikin ku yê lîstika me pir bi kêf û coş derbas bibe. Bila hemû kes tevli bernameya me bibe.”   Rabîa Keskîn ku di lîstika "Tu Ne Gara yî" de rola Serokê Şaredariya Yuntaburê dilîze jî ji bo temaşekirina lîstikê bang kir û got: “Ev lîstika me bi kurdî ye û lîstikek nû ye. Lewma em pir bi kelecan in. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku lîstika me temaşe bikin."    Keskîn got: "Êdî divê em li her derî bi zimanê xwe biaxivin. Zimanê me wekî xwarin û vexwarinê bivê nevê ye. Em ê li her derî zimanê xwe pêş bêbin û ji bo zimanê xwebitêkoşin."    MA / Mazlûm Engîndenîz