'Dîroka kurdan di zimanê wan de veşartiye' 2022-02-20 09:06:52     ÎZMÎR - Xwediyê Weşanxaneya Nayê Berfo Barî, anî ziman ku dîroka kurdan di zimanê wan de veşartiye û got: "Ewilî em dikarin li malên xwe li ber polîtîkaya bişavtinê rabin."    Piştî biryareke Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê yê Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), 21'ê Sibatê wekî Roja Zimanê Zikmakî tê pîrozkirin. Lê li Tirkiyeyê ku bi feraseta "yekzimanî" tê birêvebirin de, gelek ziman bi xetereya mirinê re rû bi rû ne.    Xwediyê Weşanxaneya Nayê Berfo Barî, têkildarî kurdî û weşangeriya kurdî axivî.    Barî, diyar kir ku divê li Tirkiyeyê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û got: "Ev tenê ne ji bo kurdî, ji bo hemû zimanên din ên li Tirkiyeyê derbasdar e. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevi. Divê em li her derî bi zimanê xwe biaxivin."    BIŞAVTIN LI MALÊ DEST PÊ DIKE   Barî got: "Bişavtin ewilî li malan dest pê dike."    Barî, destnîşan kir ku gava zarok li malê bi zimanê xwe bên mezinkirin, ev di heman demê de tê wateya liberrabûna polîtîkayên bişavtinê jî. Barî got: "Gava mirov leqayî weziyeteke zehmet tên, zimanê xwe paşguh dikin. Halbûkî mafê me yê herî sereke ye ku em li her derî bi zimanê xwe biaxivin. Kêmasiya mezin jî, li malê neaxaftina bi kurdî ye. Kurdî li bajaran wekî zimanekî nayê axaftin tê dîtin. Bi vê re li metrepolan zarok jî ber bi zimanekî din ve diçin. Ji lew re fikira wekî 'Em kurdî hîn bibin jî wê bi kêrî me neye" heye. Lewma li dijî polîtîkaya bişavtinê ewilî divê em li malê li ber vê polîtîkayê rabin."    Barî, anî ziman ku dîroka kurdî di zimanê wan de veşartiye û xwedîderketina li ziman xwedîderketina li hebûna xwe ye jî. Barî, destnîşan kir ku ger hebûna kurdî bê qebûlkirin dê mafên kurdan ên din jî bên qebûlkirin û got: "Kurdî têra felsefe, teknolojî û hemû qadên din ên zanistê dike. Kurdî, wekî zimanên din berfireh e. Hebûan kurdî xwe disipêre bi hezaran salan. Ji wê çaxê heya roja îro hatiye. Lewma hebûna kurdî jî bi temamî girêdayî zimanê wan e. Bi pêşîlêgirtina kurdî re, dixwazin rastiya dîroka kurdî jî binixumînin. Gava li vê erdnîgariyê kurdî bê qebûlkirin, dê hebûna kurdan jî bê qebûlkirin."    LI EGEYÊ TEKANE WEŞANXANE: NA   Barî, destnîşan kir ku ew bi weşanxaneya xwe hewl didin çand û dîroka kurdî zînde bikin û li seranserê Egeyê kes ji wan pêvtir di warê kurdî de naxebite. Barî, ragihand ku di warê xebatên zimanê zikmakî de kêmasiyên mezin hene, lewma divê gelek xebat bên kirin. Barî, diyar kir ku heya niha zêdetirî 100 berhemên wêjeyî çap kirine û got: "Me ji xeynî kurdî pirtûkên almanî, tirkî û erebî jî çap kirin. Heya niha me 4 kovar derxistine; Hinar, Heterotopîa, Felsefevan, Philosopia."    Barî, diyar kir ku ew bi kesên ku li ser kurdî dixebitin re dixebitin û got: "Gelek ciwanên kurd tên Îzmîrê. Em dixwazin gava hatin bila seriyekî li cem me bixin. Bila haya wan ji xebatên me çêbibe. Bila berhemên kurdî nas bikin. Em bi hev re xebatên kolektîf bikin."    MA / Ozlem Yayan